Bi deh hezaran kes bi daxwaza yekîtiya netewî meşiyan
Bi deh hezaran welatiyên li bajarê Hesekê û Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, daxwaza yekîtiya netewî kirin.
Bi deh hezaran welatiyên li bajarê Hesekê û Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, daxwaza yekîtiya netewî kirin.
Bi deh hezaran welatî û nbûnerên rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd ku li Hesekê û Qamişlo daketin qadan, bi daxwaza yekîtiya netewî ya Kurd meşiyan.
LI QAMIŞLO NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ BI HEV RE MEŞIYAN
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û ji partiyên siyasî yên Kurdî li Bakur û Rojihlatê Sûriyê daxwaz kir ku dest ji nelihevkirinên xwe yên partiyetî yên teng berdin û yekîtiya nîştimanî ya Kurdî û lêvegereke siyasî ya kurdî ya giştî ava bikin.
Meşê ji Çerxerêya Şerq a li aliyê rojava yê bajarê Qamişlo destpê kir û bi hezaran şênî, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî tevlî bûn. Partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) beşdarî meşê nebûn.
Meşvanan pankartên ‘Bibin yek, ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek’ û ‘Yekitiya helwesta kurdî girîngiyeke nîştimanî ye’, her wiha wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ`ê û El-Nusrayê de canê xwe feda kirin, her wiha alên partiyên kurdî rakirin.
Beşdaran sloganên ‘Bijî yekitiya nîştimanî ya Kurdî’ û ‘Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey şehîd’ berz kirin. Her wiha bang li partiyên Kurdî kirin ku dûrî nelihevkirinên xwe yê partiyetî yên teng bikevin û berjwendiya gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin. Her wiha hesab ji her kesî ku xwe ji yekîtiya nîştimanî didin alî, bixwazin.
Meşvan li Çerxerêya Sonî ya li navrasta bajarê Qamişlo sekinîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sekertêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesradîn Ibrahîm daxuyaniya ku 26 partiyên siyasî yên Kurdî derxistibûn, xwend. Di daxuyaniyê de 26 partiyên tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê banga lidarxistina hevdîtineke giştî ya bêyî şert kirin da ku mijarên taloqkirî nîqaş bikin û bi berpirsyariyeke mezin çareseriyên rasteqîn bibînin.
LI HESEKÊ BANGA YEKÎTIYA NETEWÎ KIRIN
Bi hezaran xelkê bajarê Hesekê li ser banga MeclÎsa Kantona Hesekê daketin kolanan bang li tevahî partî û tevgerên siyasî yên Kurd ên li Sûriyê kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bêyî mercên pêşîn yekitiya xwe ava bikin.
Meş ji pêşiya Dibistana Fewaz Çolî ya taxa Nasrayê ber bi qada Şehîd Artho ya taxa Kelasê ve destpê kir. Di meşê de alên gelek partiyên Kurdî û Kongreya Star hatin hildan û bê navber dirûşmeyên banga yekitiya kurdî hatin berzkirin.
Meş li qada Şehîd Artho ya taxa Kelasê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê MeclÎsa Kantona Hesekê endamê meclisê Ezher Ehmed daxuyanî xwend.
Ehmed bang li tevahî hêzên kurdistanî, rêxistinên çandî û ragihandin û kesayetên civakî û olî yên Kurdî kir ku rola xwe ya rasteqîn bilîzîn û fişarê li aliyên Kurdî bikin da ku yekîtiya xwe ava bikin.
Ehmed bang li partiyên siyasî yên Kurd ên li Sûriyê kir ku bêyî şertan li hev kom bibin û pirsigrêkan nîqaş bikin û çareseriyên eqlana jê re deynin û bi rihê berpirsyartiyê tevbigirin.
Ehmed El-Ezher di dawiyê daxuyaniyê de banga avakirina lêvegereke Kurdî kir xwedî biryara siyasî, leşkerî û rêveberî be û wekî nûnerê rewa yê gel Kurd di qadên netewî û navdewletî de were be.
Mîtîng bi dirûşmeyên banga yekîtiya Kurdî bi dawî bû.