BI DÎMEN

Bi coşeke mezin pêngava komkirina îmzeyan li Şêrewa berdewam dike

Bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Gelan a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan pêngava komkirina îmzayan hate ragihandin, ev pêngav bi coş û kelecaneke mezin li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa berdewam dike.

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Sibata 2024'an de bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Gelan a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan pêngava komkirina îmzayan hate ragihandin.

Li Kantona Efrîn û Şehbayê jî di 12’ê Sibata 2024'an de bi daxuyaniyekê dest bi vê pêngavê hate kirin.

Îro li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa bi coş û kelecaneke mezin pêngava komkirina îmzeyan destpê kir.

Gundiyan diyar kirin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê Kurdistan azad bibe.

Endamê Înîsiyatîfa Gel a Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan Cemal Yûsûf diyar kir ku wê îro li navçeya Şêrewa Tirk îmze ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên komkirin û wiha got: "Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev pêngav hatiye destpêkirin. Îro jî em li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrewa ne. Bi alîkariya komîna li gund em derbasî nav gel dibin. Gel jî li hemberî wê bi kelecaneke mezin nêz dibin û bi israr in ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

Welatiyê gund Mihemed Ehmed jî ku ji gundê Ziyaretê ye wiha got: "Ji bo Rêber Apo çi ji me were xwestin em ê bikin. Em di wê hêviyê de ne ku di demeke nêz de em Rêber Apo di nava xwe de bibînin."

Li gorî plansaziyê wê îmzeyên hemû xelkê kantona Efrîn û Şehbayê bên komkirin.