BI DÎMEN

Bi civaka rêxistinkirî re şaredariya rast pêkan e

Cîgira Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer, diyar kir ku ji bilî xizmetên bingehîn, li şaredariyên ku civak xwe lê bi rê ve dibe, bi civaka rêxistinbûyî şaredartiya rast pêkan e.

LI ROJAVA ŞAREDARÎ

Cîgira Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer, diyar kir ku ji bo hişmendiyeke şaredariyê ya ku îradeya gel esas digire, xebatên xwe bêyî ku hewcedarî bi serdestiyek bilintir bibînin bi hêsanî pêk bînin, ji navendîbûnê dûr pêş bixin wan qanûneke ji 63 madeyan derxistine û got ku bi vî awayî dê pêşî li gelek kêmasiyan bê girtin.

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya yekemîn a 28'ê Adarê de ragihand ku hilbijartinên xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di 30'ê Gulanê de werin li dar xistin. Cîgira Berdevka Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer behsa pêşxistina şaredariya gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012 'an ve kir.

DI SERDEMA REJÎMÊ DE SAZIYA DEWLETÊ

Bêrîvan Omer, anî ziman ku di serdema Baas de şaredarî tenê bi xebatên paqijkirinê re mijûl dibûn; saziyek fermî ya dewletê bû û got ku mafê gel li wir nebû. Bêrîvan Omer got, “Bajarek ku bi temamî Kurd lê dijîn ji aliyê wezîfedarên dewletê yên Ereb ve ku ne ji wê bajarî ye, dihat birêve birin. Ji yekî ji neteweyeke cuda re mafê axaftinê nedihat dayîn. Cihê temsîliyeta gelan tinebû. Saziyeke ku bi sîstema yek netewe tê birêvebirin bû. Hilbijartin bi awayekî formalite pêk dihat. Di şaredariyan de cihê temsîliyeta jinê tinebû. Jin tenê di pozîsyona karkeran de cih digirtin. Ji bo mehkûmkirina feraseta ku bi salan e dewam dike em têkoşiyan. Em heta roja îro hewl didin vê têgihiştinê biguherînin. Şaredarî ne tenê cihên xizmetê ne, di heman demê de saziyên gel in ku civak xwe lê bi rêve dibe."

BINGEHA ŞAREDARIYA GEL

Bêrîvan Omer, anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re yekemcar di Kanûna 2012'an de li Qamişlo 7 şaredarî hatin avakirin û got, "Bi derketina krîza Sûriyeyê re Sûriye ku di pêvajoya ji hev belavbûnê de bû, herêm ji xizmetê bêpar hat hiştin. Gelên alîgirê demokrasî û azadiyê, tax bi tax hatin cem hev û xebatên şaredariyê pêk anîn. Bingeha Şaredariya Qamişloyê  wê demê bi awayekî xwezayî hat avêtin. Ewilî 7 şaredarî hatin avakirin. Piştre xebatên şaredariyê yên bi Amûdê û Dêrikê re berfireh bûn û li Cizîrê hatin pêk anîn. Piştî salekê, di sala 2013'yan de cara yekemîn li seranserê Rojava bi beşdarbûna hemû bajar, navçe û bajarokên rizgarkirî konferansa şaredariyê hate lidarxistin. Bi vî rengî li her bajar û bajarokî şaredarî ji nû ve hatin birêxistinkirin. Bê guman ev xebatên avakirinê ligel êrîşan berdewam dikirin.

HILBIJARTINÊN DESTPÊKÊ SÊ SAL PIŞTRE HATIN KIRIN

Hilbijartinên şaredariyên li seranserê Rojava cara yekemîn di sala 2015'an de hatin kirin. Meclîsên şaredariyê hatin avakirin û hevşaredarên wan hatin hilbijartin. Di sala 2017'an de li gorî nûnertiya meclîsê bi rêya hilbijartinên komun û meclîsa bajaran hevşaredar hatin hilbijartin. Bi vî rengî xebatên şaredariyê di nava şoreşê de destpê kir. Sîstema ku heta niha tê meşandin xwe dispêre hilbijartinên sala 2017'an. Di çarçoveya vê sîstemê de şaredariyên me di nava şer, pevçûn û krîzê de rêxistinbûna xwe dewam kirin.

HIŞMENDIYEKE NÛ YA ŞAREDARIYÊ

Bêrîvan Omer, destnîşan kir ku ew ê bi Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Qanûna Şaredariyên Demokratîk ku di 7'ê Nîsanê de ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye erêkirin, sîstema kevin derbas bikin û wiha got: "Em ê derbasî sîstemeke nû bibin. Ji sala 2023'yan û vir ve ji bo avakirina vê sîstemê xebateke demdirêj hat meşandin. Me bi gel re civîn li dar xistin û me bi hevrêyên xwe yên pispor ên ku di şaredariyan de dixebitin re nîqaş kir. Li ber ronahiya van lêkolînan, ji bo xalên qanûnê pêşnûmeyek hat derxistin. Ev pêşnûme ji aliyê Meclîsa Gel ve hat erêkirin û bû qanûn."

ŞAREDARÎ WÊ BI QANÛNAN BÊN XURTKIRIN

Bêrîvan Omer, bal kişand ser Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Qanûna Şaredariyên Demokratîk û ev agahî parve kir: "Ji bo hişmendiyeke şaredariyê ya ku îradeya gel esas digire, xebatên xwe bêyî ku hewcedarî bi serdestiyek bilintir bibînin bi hêsanî pêk bîne, ji navendîbûnê dûr pêş bixin qanûneke ji 63 madeyan hat derxistin. Di qanûna ku ji 63 madeyan pêk tê de, erk û wezîfeyên şaredariyan bi berfirehî tên nîqaşkirin. Berê yekîtiya şaredariyan tune bû. Niha ev yekîtî wê bi komek ji nûnerên şaredariyên li kantonan bi cih bûne, ava bibe. Bi gotineke din wê Yekitiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin. Hilbijartinên şaredariyan jî wekî hilbijartinên şaredarî û meclîsa şaredariyan dê bi hev re pêk werin. Wê şaredariyên gund û bajarokan êdî ne girêdayî ya bajêr bin. Ew ê karibin biryarên ku di çarçoveya erdnigariya xwe de girtine pêk bînin. Bi vî rengî wê sîstem zelal bibe û pêk bê."

GEL XWEDÎ LI ŞAREDARIYÊN XWE DERDIKEVE

Bêrîvan Omer, diyar kir ku tevî hemû hewldanên heta niha di xebatan de hatine kirin jî hin pirsgirêk hene, lê belê ev yek wê bi sîstema nû re bên derbaskirin.