Bi bombekirina baregeha El Vattiye peyam dan Hûlûsî Akar

Baregeha El Vattiye ku dewleta Tirk dixwaze li Lîbyayê ji xwe re bike baregeheke mayinde, doh bi şev ji aliyê 'balafirên nayê zanîn' ve hate bombekirin. Bomberdûman piştî serdana Hûlûsî Akar pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker li pey xewn û xeyalên xwe yên Osmaniya nû, li Lîbyayê krîzê girantir dike.

Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar a li Lîbyayê, doh bi şev "balafirên nenas" bombe li Baregaha Leşkerî ya El Vattiye barandin.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya General Xelîfe Hefter diyar kir ku wan li baregehê dane û 4 efserên Tirk ên li baregehê kuştine.

SÎSTEMA PARASTINA HEWAYÎ YA TIRK JÎ HATE ÎMHAKIRIN

Lê belê hin çavkaniyên cuda dibêjin ku hejmara leşkerên Tirk ên hatine kuştin 3 leşker in. Her wiha tê gotin ku Sîstema Parastina Hewayî ya ku artêşa Tirk li baregehê bi cih kiribû hatiye îmhakirin.

Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Vattiye bi 125 kîlometreyan li başûrrojavayê paytext Trablûsê ye. Di 18'ê Gulanê de bi piştgiriya hewayî ya artêşa Tirk ji aliyê çeteyên Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî (HMN) ve hatibû dagirkirin.

ARTÊŞA TIRK EL VATTIYE JI SERRAC DIXWAZE

Bargeha Hewayî ya Leşkerî ya El Vattiye baregeheke berê ya DYE'yê ye. Dewleta Tirk ji bo vê baregehê ji bo xwe bike baregeheke mayinde, bi HMN'ê ya bi serokatiya Fayîz El Serrac re hevdîtinan dike.

Balkêş e ku piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar a li Lîbyayê bombardûman li baregehê hate kirin.

AKAR: EM Ê HETA DAWIYÊ LI VIR BIN

Akar di daxuyaniya xwe de ya li Lîbyayê, dagirkeriya Osmanî ya li Lîbyayê bi bîr xistibû û gotibû, "Em ê heta dawiyê li vir bin (...) Wezîfeya me ya li vê derê hevkariya perwerdeya leşkerî û şêwirmendî ye."

MEHCÛB: LI LÎBYAYÊ CIH JI XEYALÊN OSMANÎ RE NÎNE

Ji berpirsyarên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Xalid El Mehcûb jî ji televîzyona Sky News Arabîa re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî serdan û gotinên Akar da.

Xalid El Mehcûb got, "Mafê wezîrê Tirk e ku bi her awayî xewn û xeyalan bibîne. Lê belê mafê Lîbyayiyan jî heye ku van xewn û xeyalan têk bibin. Tirk xeyala wê dikin ku mîna Osmaniyan heta dawiyê li Lîbyayê bimînin. Lê belê li vê dinyayê cih ji vê xeyalê re nîne. Tirk wê ji Lîbyayê vekişin."