BI DÎMEN

'Bi berdêlan me zincîra koletiyê şikandin'

Mehmûd Ehmed anî ziman ku Newroz bi PKK'ê re bi ruhê neteweyî û şoreşgerî hate pîrozkirin û got, "Bi saya ewladên xwe yê şehîd bûne em ji xewa kûr hişyar bûn, me zincîra koletiyê şikandin."

LI ROJAVA NEWROZ

Mehmûd Ehmed ê ji Dêrikê, di Newroza sala 1987'an a li gundê Endîwarê yê Dêrikê de PKK nas kir. Mehmûd Ehmed ji ANF'ê re qalê kir, bê bi PKK'ê re Newroz gihîşt kîjan astê.

Mehmûd Ehmed bi bîr xist ku partiyên Newroz pîroz dikirin stran, kom û girseya xwe cuda ne; mîna şahî, dawet û pîknîkê derbas dibe û got, "Newroz bi PKK'ê re êdî bi ruhê şoreşgerî û neteweyî hate pîrozkirin. Cara yekê di sala 1987'an de min pîrozbahî dît. Me fêhm kir ku bi berxwedana Mazlûm Doganan Newroz berxwedan e, têkoşîna jiyana gelên bindest e, rojeke nû ye, roja yekîtî û hevgirtinê ye. Bi dîroka PKK'ê re me xwe gihand rastiya Newrozê."

Mehmûd Ehmed anî ziman ku xelkê Dêrikê bê sebir li benda roja Newrozê disekinîn û got, "Bi nêzîkbûna Newrozê re kincên neteweyî dihatin amadekirin. Ji bo zarokan jî kincên neteweyî dihatin amadekirin. Ji biçûkan heta bi mezinan Newroz bi rengînî dihate pêşwazîkirin. Rojek beriya Newrozê gel diçû qadê. Hem ewlehiya qadê dihate kirin hem jî qad dihate xemilandin. Newroz di nava çend saetan de nediqediya. Nêzî 12 saetan bernameya Newrozê dewam dikir. Eleqeya gel ji bo şanoyê gelekî zêde bû. Têkoşîna PKK'ê û şerê gerîla bi rêya şanoyê dihate nîşandan. Muzîk jî li ser şoreşê, li ber berxwedana gelê Kurdistanê û şerê gerîla bû. Govendan jî çanda gelê Kurd nîşan didan."

'NEWROZ WEKE BERSIVA LI KOMKUJIYÊ HATE PÎROZKIRIN'

Mehmûd Ehmed ragihand ku weke bersiva li komkujiya 12'ê Adara 2004'an a rejîma Baasê, di sala 2004'an de li Dêrikê Newroz hîn mezin û bi coş hate pîrozkirin û got, "Rejîma Baasê dixwest tirsê berde nava gel, dengê gelê Kurd bêdeng bike, bênasname bihêle. Piştî zextên giran ên li ser gel, tevî komkujiyan bi dehan kes hatin girtin û aqûbeta gelek kesan hîn jî nediyar e. Li gel wê atmosferê jî xelkê Dêrikê Newroza 2004'an li gundê Bacarîqê pîroz kir. Hienak li hemberî rejîma Baasê nekarîn li ber xwe bidin, bêdeng bûn, lê belê girseya gel bi giranî bi kelecan û coşeke mezin bersiv da zext, êşkence û komkujiyên rejîmê û Newroz bi vî rengî pîroz kir."

'DIVÊ EM DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO BILIND BIKIN'

Mehmûd Ehmed diyar kir ku wê Newrozê bi ruhê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel bi biratiya gelan pîroz bikin û got, "Ewladên me ji parastina xaka xwe, rûmeta xwe, ji bo gelê Kurd neyê tinekirin canê xwe feda kirin. Bi saya vê xwîna hêja û bi rûmet em ji xewa giran hişyar bûn. Me zincîra koletiyê ya sedan salan şikandin. Bi vî ruh û berxwedanê divê em li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bînin ziman."