Berxwedêra Kobanê: Em berê xwe bidin Îmraliyê

Berxwedêra Kobanê Dîcle Agît, di Roja Kobanê ya Cîhanê de bang li her kesî kir ku berê xwe bidin Îmraliyê.

Şervana ji Hesekê Dîcle Agît, ku sala 2013'an tevlî nava refên YPJ'ê bû û beşdarî berxwedana Kobanê bû, îro di nava Pêngava Bagera Cizîrê de cih digire.

'ŞERÊ PARASTINA HEBÛNÊ BÛ'

Agît qala berxwedana Kobanê kir:

"Sala 2014'an ji bo tevlî nava berxwedana Kobanê bibim min gelekî israr kir. Lê piştî çalakiya hevala Arîn û serhildana gelê Bakur a piştî ragihandina seferberiyê ji aliyê Rêbertî ve, kir ku hê bêhtir israr bikim. Bi vî rengî tevlî nava berxwedana Kobanê bûm. Komek ji YPJ'ê, yek ji YPG'ê bi du koman em çûn Kobanê. Li wê derê bi rastî jî şerekî giran hebû.

Dijmin bi hemû hêza xwe êrîş dikir. Me jî bi felsefeya Rêbertî û dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd re îradeyeke xurt nîşan dan. Her ku hevaleke/î me dida pêş û şehîd dibû, me hê bêhtir israr dikir ji bo serketinê. Ji ber ku li Kobanê şerê man û nemanê dihate kirin.

'YPJ BI PÊŞENGIYA BERXWEDANA KOBANÊ RABÛ'

Ji bo me her wiha şerê şeref û namûsê bû. Dijmin bi êrîşên xwe dixwest jinê û jiyanê biqedîne. YPJ'ê pêşengî ji vî şerî re dikir. Bi hin hevalên li wê derê şehîd ketin, em bi hev re man. Yek jê Şehîd Rojen bû û li hemberî tankê şehîd bû. Di şerê Kobanê de dijmin bi çekên giran êrîş dikir. Ya ku di şer de me bi ser dixist, îradeya me bû. Ji ber ku me ji bo armancekê şer dikir. Em bi felsefeyekê dimeşiyan.

'ŞEHÎDÊN ME BERXWEDANA ME XURTIR KIR'

Dixwazim hin hevalên di vî şerî de şehîd bûn bi bîr bînim. Yek ji wan şehîd Gelhat e. Wekî din Heval Hebûn koordîneya eniyekê dikir, yanî fermandarî dikir. Ji ber hawanê şehîd bû. Wekî din Şehîd Zehra timî xeyal dikir ku piştî şerê Kobanê li tevahiya Rojava bigere. Lê ev hesret di dilê wê de ma û şehîd bû. Xeyala her hevalê/î hebû, lê şehîd bûn.

Me jî ji bo wan têkoşîna xwe xurtir kir ku Kobanê rizgar bikin û xeyalên wan bi cih bînin. Şehîd Agît hebû, digot 'Em Kobanê azad bikin û bi hev re li bajarê xwe vegerin'. Ew jî şehîd bû. Me jî got, 'Em ê Kobanê rizgar bikin û hêvî û ruhê hevalê Agît bi xwe re bibin Hesekê'. Her tim digot, 'Ez dixwazim biçim ser girê Miştenûrê û alên YPG û YPJ'ê li ba bikim'. Ev daxwaz di dilê wî de ma, lê hevalên wî ev daxwaza wî bi cih anîn."

'SERKETIN BI FELSEFEYA RÊBERTÎ PÊK HAT'

Agît destnîşan kir, ku wan li Kobanê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe dan û wiha dewam kir: "Felsefeya Rêbertî ji bo jiyana azad û jinê berxwedan nîşan dida. Em hemû dilsozên vê felsefeyê bûn û bi vê felsefeyê me li ber xwe da, şehîd hatin dayin. Eger ev felsefe ne ji bo jiyanê bûya, ewqas mirov pê ve nedihatin girêdan.

Dijmin timî dixwest li jinê bide û biqedîne. Lê belê felsefeya Rêbertî li dijî vê yekê, timî jin mezin dikir. Ji ber vê yekê, timî hevalên jin pêşengî ji şerê Kobanê re dikirin. Yanî bi naskirin û berxwedana bi rêya felsefeya Rêber Apo em bi ser ketin.

'XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANÊ, GELEKÎ MORVAL DA'

Wekî din, dema em li Kobanê di şer de bûn, me timî dibihîst ku gelê me yê li Bakur, dayikên me, zarok, jin, extiyar her kes hatine ser sînor û rabûne serhildanê. Van serhildan û nêzîkatiyan gelekî moral û hêz didan me. Me zanîbûn gelê me li pişt me ye û bi vê hêzê me şer dikir. Di dema şer de gava me bihîst tevahiya gelê me û mirovahiya li gelemperiya cîhanê ji bo Kobanê rabûye ser piyan, me hê bêhtir bi coş, moral û bi xurtî şer dikir. Me digot, 'xuya ye cîhan bi felsefeya azadiyê ya Rêbertî tê girêdan.

'DAIŞ LI GELEMPERIYA CÎHANÊ TÊK ÇÛ'

Bi rastî jî eger Kobanê biketibûya, wê cîhan biketa! Çawa ku serketina me ya li Kobanê bû serketina Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê. Ya rast jinên Kurd, Ereb, Suryanî û gelemperiya Rojhilata Navîn ji koledariya DAIŞ'ê rizgar bûn.

DAIŞ'ê bi bidestxistina Kobanê re dixwest tevahiya Sûriyeyê bi dest bixe û piştre li tevahiya cîhanê belav bibe. Dema ku me DAIŞ li Kobanê têk bir, me zanîbû ku ev têkçûna wan a li tevahiya cîhanê ye.

Weke jinên Kurd pirsgirêka me ya azadiyê hebû, lê bi serketina Kobanê re mîna ku me serketin bi dest xistine em her bi pêş ve çûn. Niha jî ne tenê Kurd, pêwîstiya tevahiya cîhanê bi azadiyê heye. Ji ber vê yekê dilsoziya bi felsefeya Rêbertî re zêde dibe.

'JINÊN EREB AZADÎ XWESTIN'

Ev dilsozî herî zêde li Sûriyeyê û di nava gelê Ereb de derdikeve holê. Ev felsefe û berhemên wê dîtin. Jinên Ereb dîtin ku jin li eniya pêş dikarin li dijî DAIŞ'ê şer bikin û hatin bi xwe jî tevlî bûn. Wan jî xwestina xa xwe û tevahiya jinan azad bikin."

‘EM DI PÊNGAVÊ DE NE, LÊ HIŞÊ ME LI SER REWŞA WÎ YE’

Şervan Dîcle Agît, “Ez şervaneke YPJ’ê me û beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûme. Bi rastî jî hesteke cihê ye. Me berê jî xwe dabû îspatkirin lê tevlêbûna me ya Pêngava Bagera Cizîrê bi rastî jî gelek watedar e. 

Niha em tevî jinên Ereb û Kurd li ba hev, ji bo heman armancê bi heman felsefeyê têdikoşin. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku Rêbertî digot, ‘Ez ne bi tenê Rêberê gelekî me, ez rêberê hemû mirov û gelan im. Vê keda min ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê ye. Em bi felsefeya wî şer dikin lê hiş û aqilê me li ser rewşa wî ye.

Di şerê Kobanê de me dît ku dewleta Tirk alîkarî dida DAIŞ’ê. Bi felsefeya Rêbertî me li ber xwe da û me şerefa hemû gelên cîhanê parast. Dewleta Tirk a niha tecrîda li ser Rêbertî girantir kiriye. Dixwazin ronahiya me ya berxwedanê bitefînin. Lê ew çi bikin jî em ê bi felsefeya Rêbertiyê bimeşin.

Felsefeya Rêbertiyê her dem di dil û mejiyê me de ye. Bi giraniya tecrîda li ser Rêbertî em di Pêngava Bagera Cizîrê de şer dikin. Bi vê îrade û hêzê em ê çeteyên DAIŞ’ê têk dibin.

‘YÊ KU KOBANÊ RONÎ DIKE RÊBERTÎ YE’

Îro 1’ê Mijdarê ye. Di 1’ê Mijdara 2014’an de hemû cîhan ji bo Kobanê rabû ser pêyan. Bi wesîleya 1’ê Mijdarê ez bangî li hemû gelên cîhanê dikim. Di 1’ê Mijdarê de divê hemû mirovahî berê xwe bide Îmraliyê. Yê ku Kobanê Ronî dike Rêbertî ye. Ji bo geşkirina vê ronahiyê divê em rewşa Rêbertî haydar bibin û tecrîda li ser wî rakin. Divê em dewleta Tirk di vî warî de têk bibin. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê di 1’ê Mijdarê de her kes berê xwe bide Îmraliyê.”