Berxwedana Sêmalkan di roja 101’an de ye

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, 101 li pey xwe hişt.

Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn, yek ji wan birîndar bû du gerîlayê HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên gerîlayê HPG'ê desteser kirin, bi mehane cenaze nadin malbatên wan.

Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên gerîlayên HPG’ê li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Berxwedana li deriyê sînor 101 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya îro şêniyên Qamişlo dewr girtin. Şêniyê bi dirûşmeyên şermezarkirina bêbextiya PDK’ê ve herikin bin kon û ji aliyê şêniyên navçeya Amûdê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê şêniyên Qamişlo, Afram Somî axivî û got: “Li ser bingeha biratiya gelan, em li konê xwepêşndanê di roja 101’ê de, daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan dikin. Em daxwaz ji rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbata wan bikin. Lê ew siyaseta xwe didomînin û daxwaza me red dikin. Lê em ji wan re dibêjin siyaseta we dê berxwedan û têkoşîna me xurt bike.”

Somî diyar kir ku ew li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, felsefeya hezkirin û aştiyê ya ji bo hemû gelan tevdigerin.