Berxwedana li Şehbayê di nava zor û zehmetiyan de dewam dike

Bi sed hezaran Efrîniyên koçî Şehbayê kirine û di rewşeke zehmet de li kampan dijîn, ji bo vegera li cih û warên xwe bang li Neteweyên Yekbûyî dikin.

Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji neçarî koçî herêma Şehbayê kirine, di nava zor û zehmetiyan de li ber xwe didin. Efrînî naxwazin ji cih û warên xwe dûr bikevin û bang dikin ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî dixwazin vegerin cih û warê xwe. Lê belê Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê xwe kerr kirine û banga gel nabihîzin.

Li gorî sermijartinê ku rêveberiyên Kantona Efrînê û Kantona Şehbayê kirin, li herêma Şehbayê û 10 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê zêdeyî 175 hezar Efrînî di nava zor û zehmetiyan de dijîn. Di dema êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de Efrîniyan nekarî rahêjin tiştekî xwe û tenê bi kincên li xwe kirî koç kirin. Heta niha ti saziyeke alîkariyê ya navneteweyî destek nedaye Efrîniyan.

Welatiyê bi navê Xeyrî Reşîd ê ji gundê Kaxrê yê navçeya Mabetayê koç kiriye û li kampa Serdemê ya li gundê Til Sosin ê li nehiya Fafînê ya Şehbayê bi cih bûye işaret bi zor û zehmetiyan kir û got, "Piştî ku em ji gundê xwe derketin me berê xwe dan Efrînê. Lê êrîşên dewleta Tirk li wir jî dewam kirin. Piştre em hatin Şehbayê. Şert û mercên li vir bi rastî jî gelekî zehmet in. Zarok nexweş dikevin. Li binê konan rojê gelekî germ e. Em cihekî nabînin ku xwe lê bistirên."

'SAZIYEKE ALÎKARIYÊ YA NAVNETEWEYÎ DESTEK NEDA ME'

Reşîd bi bîr xist ku ti ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî heta niha destek nedaye wan û ji bo vegera li cih û warên xwe dixwaze, di serî de Neteweyên Yekbûyî hêzên navneteweyî dest li rewşê werdin. Reşîd got, "Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin. Lê belê di van şert û mercan de em nikarin vegerin. Bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî em dixwazin li cih û warê xwe vegerin."

'EM Ê EFRÎNÊ JI WAN RE NEHÊLIN'

Jina bi navê Fîkret Mihemed Cefer a ji Helebê koçî Efrînê kir, lê ji ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk koçî herêma Şehbayê kir got, "Me ji Helebê koçî Efrînê kir. Em bi rengekî aram û xweşî li Efrînê dijiyan. Me got, 'tiştek bi vir nayê'. Lê belê dijmin bombe li ser me barand. Dixwazin ku em Efrînê ji wan re bihêlin. Lê em ê ti carî ji wan re nehêlin."

'BILA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI BERPIRSYARÎ RABE'

Îbrahîm Reşîd jî destnîşan kir ku ji bilî gelê Kurd kesî destek nedaye wan û got, "Em li vir perîşan bûn. Lê mala hevalan ava, bi saya wan em dijîn. Eger pariyek nan bi destê me dikeve, ev jî bi saya hevalan e."

Jina bi navê Zeynep Qemûs jî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi berpirsyarî rabe û got, "Em li vir di nava zor û zehmetiyê de ne. Em ji Efrînê derket lê kes li me napirse. Havîn tê, jiyana li vir wê hê zehmet bibe. Em dixwazin li Efrînê vegerin. Em ji Neteweyên Yekbûyî dixwzin ku bi erk û berpirsyarî rabe."