NÛ BÛ-Pîrozbahiya Roja Kobanê ya li Kobanê bi dawî bû
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Kobanê bi awayekî heybet hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ji saetên sibehê ve destpê kir bi axaftin û aktivîteyên çandî ve bi dawî bû.
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Kobanê bi awayekî heybet hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ji saetên sibehê ve destpê kir bi axaftin û aktivîteyên çandî ve bi dawî bû.
Endama Koordînasyona Kongreya Starê, Sara Xelîl û Endama Konseya Hevserokatiya MSD’ê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê ya li Qada Şehîd Egîd hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku Berxwedana Kobanê hêzan jinên Kurd nîşanî cîhanê daye.
Sara Xelîl di axaftina xwe de diyar kir ku jinan bi fikrên Ocalan gavên mezin avêtin û di Berxwedana Kobanê de jinên Kurd hêza xwe nîşanî hemû cîhanê dane.
Hîkmet Habîp jî got: “Serfiraziya Kobanê hêza xwe ji îradeya gel werdigire û ji xeynî îradeya gel a xurt tu tişt nikare terorê têk bibe. Ji Kobanê hate destpêkirin heta bi Reqayê ev domiya. Berxwedana Kobanê bingehên QSD’ê jî danî.”
Habîp şervanên azadiyê yên gihiştine şehadetê jî bi bîr anî û soza şopandina rêya wan dubare kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê ku şahî organize kir, Saziyên ku roleka wan a aktîv di şerê Kobanê de hebû weke; Saziya Birîndarên Şer, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, TEV-DEM`ê, Asayîş, xebatkarên kerta tenduristiyê û saziyên ragihandinê xelat kirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Rêveberiya Xweser a Girê Spî û Rêveberiya navçeya Sirînê jî ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê, peyamên pîrozbahiyê şandin.
Şahî bi stranên şoreşgerî û gelerî, her wiha govendên komên Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi dawî bû.