Berxwedan: Kî bikeve nava Efrînê wê mîna DAIŞ'ê lê bê!

Ji fermandarên YPG'ê Mehmûd Berxwedan got, "Kî bikeve nava axa Efrînê, wê nikaribe ji nav derkeve. Mîna çeteyên DAIŞ'ê wê lê were."

Ji fermandarên YPG'ê Mehmûd Berxwedan, li ser rewşa Efrînê ji Ronahî TV re axivî.

Berxwedan got, "Dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve piştgiriyê dide çeteyên Cebhet El Nûsra û çeteyên DAIŞ'ê. Bi dagirkirina herêmên Îdlib, Cerablûs û Şehbayê re hewl dide dorê li Efrînê bigire."

Berxwedan diyar kir, ku Tirkiye îdîa dike ku 'ji bo li pêşveçûna şervanên YPG, YPJ Û QSD'ê ber bi Derya Spî ve bigire ketiye Îdlibê' û destnîşan kir, ku ev bahane ji bo meşrûkirina dagirkirinê tê bikaranîn.

'WÊ NIKARIBIN JI NAVA EFRÎNÊ DERKEVIN'

Berxwedan anî ziman, ku dewleta Tirk û Cebhet El Nûsra dixwazin herêma Efrînê dagir bikin û got, "Kî bikeve nava axa Efrînê wê nikaribe ji nav derkeve. Beriya dewleta Tirk gelek hêzan êrîşî Efrînê kirin û têk çûn. Dixwazin dorê li Efrînê bigirin, lê nizanin ku dor li wan bi xwe bê girtin û nikaribin ji nava vê xelekê derkevin."

Berxwedan li ser helwesta gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê wiha axivî: "Di ferhenga gelê Efrînê de tenê berxwedan hene, têkoşîn û dilsoziya bi axa xwe re heye. Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve gel li dora şehîd û şervanên xwe kom bûye. Amade ye ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê xwe biparêze û pêşî li hemû komployan bigire. Îradeya gelê Efrînê xurt e, kî bixwaze bikeve nava Efrînê wê mîna çeteyên DAIŞ'ê li wan bê."

'DIVÊ GELÊ ÎDLIBÊ LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK HAY JI XWE HEBE'

Fermandar Mehmûd Berxwedan bang li gelê Îdlibê jî kir û got, "Pêwîste gelê Îdlibê zanibe ku dewleta Tirk hewl dide şoreşa Sûriyeyê pûç bike. Divê li hemberî dewleta Tirk hay ji xwe hebe. Em amade ne gelê Îdlibê biparêzin."