Bertek li dijî Qetlîama Cindirêsê

Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bertek nîşanê Qetlîama Cindirêsê da û got: “Divê komîteyên serbixwe biçin herêmên dagirkirî.“

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyeke hevbeş Qetlîam Cindirêsê şermezar kir.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Ciwan Mihemed daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya Taxa Siyasî ya Qamişloyê xwend. Endamên rêxistinê, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li dijî mafên mirovan û peymanên navneteweyî pêk dikin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî qetlîama li Cindirêsê li dijî Kurdan pêk hatiye ku di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 yên din jî birîndar bûn, xwepêşandan li dar ketin û banga bi dawîkirina nijadperestiya li dijî wan pêk tê û derxistina komên çeteyan hat kirin.

Di daxuyaniyê de bang li NY`yê hat kirin ku tevdîrên pêwîst bigire ji bo niştecihên resen ên li Efrînê biparêzin û zextê li Tirkiye bike da ku dagirkeriyê bi dawî bike, berpirsyariyên xwe yên qanûnî wek dewleteke dagirker bi cih bîne, ewlehiyê misoger bike, hesab ji pêkanînerên vî sûcî bipirse û hemû sûcên ku heta roja îro tên kirin, rawestîne.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe ya navneteweyî bişînin herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê ji bo ku rewşa mirovî û mafên mirovan li wan herêman nas bike, mudaxele bike û sûcên tên kirin rawestîne, sûcdaran û piştevanên wan li dadgehên navneteweyî bidarizîne û piştgiriyê ji niştecihên resen re pêşkêş bike.

REQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Reqayê têkildarî heman mijarê daxuyanî da. Endamên komîteyên nivîsgehê, Meclîsa Idliba Kesk (Xedra), nivîsgehên jinan ên Reqayê tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Reqayê Buseyne Ebdo daxuyanî li pêşiya navenda nivîsgehê ya li Reqayê xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya Cindirêsê hate şermezarkirin û bang li bidawîkirina dagirkeriyê û rawestandina sûcan hat kirin. Her wiha soza pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî hat dayîn.