Berdevka YPJ'ê: Hebûna Tirkiyeyê ya li Îdlibê ne rewa ye

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdûllah destnîşan kir ku hebûna artêşa Tirk li Îdlibê li peymana Astanayê jî nayê û got, "Armanca Tirkiyeyê dorpêçkirina Efrînê ye."

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdûllah, li ser bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê, Îdlibê û êrîşên li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ku li ser malpera Navenda Ragihandinê ya YPG'ê hate weşandin de Ebdullah got, "Hewldanên paşerojeke nû ya bêyî Kurdan wê ji rewşa heyî baştir nebe. Tekane rêya qedandina aloziya li herêmê tenê afirandina serdemek nû ya diyalogê ye."

Ebdûllah diyar kir ku piştî bidawîbûna DAIŞ'ê divê serdemeke nû ya diyalogê destpê bike.

Ebdûllah di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê û got: "Hebûna Tirkiyeyê li Îdlîbê ne rewa ye û tenê yek armancek xwe heye; dorpêçkirina Efrînê. Li gor peymana Astana ya ku bi armanca kêmkirina aloziyên li hinek herêman hatibû lidarxistin, divê ku artêş bi xwe nekevin van deran. Divê tenê hêzên biçûk ên ewlekariyê werin bicihkirin. Dewleta Tirk ev yek jî binpê kir û niha hêzên xwe di Îdlîbê de bi cih kir!"

Ebdûllah anî ziman ku YPG û YPJ hêzên xweparastina civakê ne û got: "Eger Tirkî û çeteyên êrîşên xwe li ser Efrînê bidomînin, di vir de berpirsiyar Rûsya û Amerîka jî wê hebe. Em ê wan jî berpirsiyar bibînin."