'Bêdengiya navneteweyî hovîtiya dagirkeran zêde kir'

Berdevkê Saziya Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê roj bi roj zêde dibe û got, "Bêdengiya navneteweyî bû sedem ku hovîtiya dagirkeran zêde bibe."

Endamê Komîteya Amadekar a Forûma Efrînê ya 2'emîn Berdevkê Saziya Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî armancên forûmê û kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê ji ANF'ê re axivî.

Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku forûma Efrînê ya destpêkê sala 2018'an li Amûdê pêk hat û anî ziman ku biryarên di wê forûmê de hatin wergirtin jî bi têrkerî neketin meriyetê. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku sedema vê yekê jî ew bû; ku agahîwergirtina ji Efrînê gelekî zehmet bû û sedemeke din jî bêdengiya hêz û dewletên navneteweyî ya li pêşberî dagirkerî û hovîtiya li Efrînê bû.

HOVÎTÎ BÛ AMÛRA PAQIJIYA ETNÎKÎ Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Îbrahîm Şêxo ragihand ku di encamnameya Forûma Efrînê ya 1'emîn de bang li hêz, dewlet û saziyên navneteweyî hate kirin, lê belê bersiv ji banga wan re nehate dayin. Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi taybetî jî Rûsya û DYE ji ber berjewendiyên xwe ji dagirkeriyê re bêdeng man û got, "Dewleta Tirk jî cesaret ji vê yekê girt û êrişên hovane yên li dijî Efrîniyan zêde kir. Mînak em meha destpêkê ya sala 2021'ê li pey xwe dihêlin, lê dibînin ku hovîtiya dagirkeran a li Efrînê sala derbasbûyî li pey xwe hiştiye.

Dewleta Tirk a dagirker berê li Efrînê ji malbatekê kesek an jî çend kes direfand an jî digirt, lê niha heman tiştî tîne serê temamiya malbatê. Girtina zarokan zêde bû. Jin ên ciwan ên kêmî 18 salî bi zorê tên revandin û zewicandin. Destavêtin zêde bû. Tirkiye û çeteyên wê li dijî şêniyên xwecihî yên Efrînê bi taybetî li hemberî Kurdan bi her awayî hovîtiyê, kiryarên li dijî mirovahiyê dikin.

Di dema êrişa dagirkeriyê û piştî wê de zêdeyî 300 hezar kes ji Efrînê bi zorê hatin koçberkirin. Zêdeyî 400 hezar kes ku bi giranî Tirkmen û Ereb in ji derve anîn bajêr. Berê ji sedî 95, yan jî 96 nifûsa bajêr Kurd bû. Niha ev nifûs daketiye ji sedî 23. Di encama guhertina demografiyê de ku bi destê dewleta Tirk hate kirin niha ji sedî 70 ê nifûsa Efrînê bûye Ereb. Yên li Efrînê mane jî dibin hedefa şerekî hovane. Dar tên birîn, mirov tên revandin, mal tên talankirin, keç tên revandin. Ji bo ji Efrînê koç bikin hovîtiyeke giran li wan tê kirin."

TIRKIYE Û QETER ÎSLAMA SIYASÎ LI EFRÎNÊ FERZ DIKIN

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê piştî dagirkeriyê gelek saziyên olî yên ser bi Tirkiyeyê hatine avakirin û di encama vê de jî guhertineke mezin a demografîk hatiye kirin. Îbrahîm Şêxo got, "Qeter û Qûweyt van saziyên Tirkiyeyê fînanse dikin. Pirtûkên olî tînin. Îslam a tund bi zorê hînî zarokên Efrînê dikin.

Bi taybetî jî li ser Êzidiyan zexteke giran heye. Zext li wan tê kirin ku ola Îslamê qebûl bikin. Li Basûfanayê Êzidî hene, lê li wir mizgeft çêkirin. Ji gundê Qibarayê sivîlekî bi navê Omer Şemo nas dikim Ji ber ku qebûl nekir ku dest ji ola Êzidiyatiyê berde û ola Îslamê qebûl nekir, ji aliyê çeteyan ve hate kuştin."

EFRÎNÊ DIKIN BAJAREKÎ TIRK

Îbrahîm Şêxo ragihand ku dixwazin nasnameya Kurd û Sûriyeyî ya Efrînê ji holê rakin, bi ser bajarê Hatayê ve bikin û got, "Navê kolan, dibistan, tax, gundan hemû guhertin. Li her derê ala Tirkan û wêneyên Erdogan daliqandin. Li gundê Hamamê yê Cindirêsê deriyek vekirin û zeytûn û zeyta Efrînê derbasî Tirkiyeyê dikin. Mîna ku Efrîn bajarekî Tirk e şaxê PTT û zanîngeh vekirin.

Li xeta sînor yanî li xeta Şiyê, Şera, Bilbilê, bi komên çete yên Tirkmen û malbatên wan kembereke Tirkmen ava kirin. hovîtiya li van deveran jî bi destê komên Sûltan Mûrat, Suleyman Şax û Hamzat tê kirin. Bûyerên destavêtinê, revandinê li vê herêmê gelek e. Mirovên li van herêman neçar tên hiştin ku li mala xwe kirê bidin. Malên wan, zeytûnên wan ji wan tên standin. Nasnameya Tirkiyeyê didin Ereb û Tirkmenên anîne Efrînê."

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku Kurdên ENKS'î jî ku di dema dagirkeriyê de hevkarî bi dewleta Tirk re kirin bi zext û êşkenceyê neçar hatin ku koçber bikin.

EFRÎNÎ LI TIRKIYEYÊ TÊN DARIZANDIN

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî ku cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de nîne û diyar kir ku sivîlên Efrînî yên tên revandin li Tirkiyeyê tên darizandin û cezayê muebetê li wan tê birîn. Îbrahîm Şêxo got, "Di nava 3 salan de 7 hezar û 300 kes li Efrînê hatin revandin. Eşkere bû ku nîvê wan li girtîgehên çeteyan e yan jî li girtîgehên Tirkiyeyê ne."

BI FORÛMA EFRÎNÊ YA 2'EMÎN RE EM Ê KARÊ XWE BERFIREH BIKIN

Îbrahîm Şêxo herî dawî armancên xwe yên forûma 2'emîn a Efrînê nirxand û got, "Hin kesên li qada navneteweyî jî tevlî forûma Efrînê ya 2'emîn dibin. Piştî vê forûmê, Efrînî, Kurd û dostên wan wê li dijî kiryar û hovîtiyên dewleta Tirk têkoşînê mezintir bikin. Di vê forûmê de em ê hin biryaran werbigirin. Bi avakirina komîteyekê re em ê hewl bidin van biryaran bi cih bînin."