Bavê şehîd: Şoreş bê berdêl nabe

Bavê şehîd Bîtrûs Beşîr ê ji gelê Suryanî got, "Weke bavekî ez diêşim, lê belê pê zanim ku şoreş jî bê berdêl nabe."

Bîtrûs Beşîr ku tevî kurê wî ji malbatê sê şehîdên xwe hene û bi malbatî di nava şoreşê de ne, diyar kir ku dema wan dest pê kir, şehadeta jî di nav de bi her awayî fedakarî dane pêş çavên xwe û destnîşan kir ku şoreş wê ti carî têk neçe.

Bîtrûs Beşîr ku bavê şehîd Baran Serhat e, sala 1957'an li gundekî Qamişloyê ji dayik bû. Beşîr li taxa Qanatsuveys a Qamişloyê ye. Sala 1986'an têkoşîna sosyalîst nas kir. Sala 2010'an bi destpêkirina şoreşê re cihê xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser de girt.

Beşîr got, "Li taxa Qanatsuveysê febrîqeya min a brîketan hebû, 35 salan min xebitand. Min dît ku kedkar, xizan tên eciqandin, ez bi xwe jî yek ji wan bûm. Bi vê têgihiştinê me xwe bi rêxistin kir û Partiya Komunîst ava kir. Bi demê re li pêşberî rejîma Baas lawaz bû û bê hêz ma. Fikir û daxwaza şoreşê her tim di dilê me de hebû, lê belê hêz û derfetên me tune bûn."

SOZA XIZMETA JI BO ŞOREŞÊ

Bîtrûs Beşîr qalê kir ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa nas kir û bi çi rengî tevlî pêvajoya şoreşê bû: "Di pêvajoya şoreşê de me hevdîtin bi hevalan re kir, me soz dan ku tevlî şoreşê bibin û xizmetê jê re bikin. Weke gelê Suryanî me dît ku ev şoreş ji bo me ye jî û li ser vê bingehê em tevlî bûn. Di vê çarçoveyê de me saziyên xwe ava kir, şervanên xwe bi rêxistin kir, li eniyan hemûyan em bi ser ketin û ev hemû jî bi paradîgmaya Rêber Ocalan pêk hatin. Rêber Ocalan mîna Lenîn, mîna Nelson Mandela bi feraseta biratî, wekhevî û azadiya gelan bandor li gelan kiriye. Nebû qismet ku em wî li Lubnanê yan jî Sûriyeyê bibînin, lê belê me li vê derê fikrê wî nas kir. Weke malbateke Suryanî ya ji 8 kesan, hevsera min jî di nav de em hemû tevlî kar bûn. Em bi malbatî di nava vê pêvajoya dîrokî de ne û beşdarî vê şoreşa pîroz bûne. Ev şoreş divê bi ser bikeve."

DIVÊ HER KES TEVLÎ ŞOREŞÊ BIBE

Beşîr ragihand ku di mijarên yekîtî, wekhevî û biratiya gelan de hîn qelsî dewam dikin, lê belê dikarin bêne çareserkirin û got, "Mîna ku Seyda Cegerxwîn got, ji bilî yekîtiyê çareya me nîne. Bi dek û dolaban wê nikaribin bi ser bikevin. Şoreş wê têk neçe. Divê her kes tevlî vê şoreşê bibe. Yên tevlî şoreşa me bûne û yên tevlî nebûne jî mafên wan ji aliyê vê şoreşê ve tên parastin. Ev şoreş nasnameya me ye."

EM Ê BI TÊKOŞÎNA CIWANAN BI SER BIKEVIN

Beşîr anî ziman ku dema tevlî şoreşê bûn, şehadet jî di nav de hemû fedakarî dane pêş çavên xwe û got, "Ji Partiya Çep kurê min Baran Serhat, her wiha ji malbatê Şehîd Zozan Kobanê û Şehîd Demhat şehîdên vê têkoşînê ne. Weke bavekî ez diêşim, lê zanim ku şoreş bê berdêl nabe, divê şehîd bê dayin, bi vê yekê zanim. Hêvî û bendewariya me ciwan in. Vê şoreşê bi ciwanan dest pê kir, bi ciwanan dewam dike. Rêber Apo dema ciwan bû da destpêkirin û niha jî ji aliyê ciwanan ve tê meşandin, em jî bi wan re ne."