Başûrê Reqa dibin kontrola QSD’ê de ye

Operasyonên paqijkirinê yên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê berdewam dike, piştî nûçeyên ku hikûmeta Şamê baregehên xwe li başûrê Reqayê vala kirine û ji DAIŞê re hiştiye, Hêzên QSD’ê ragihand ku wan tevdirên pêwîst li herêmê girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî nûçeya ku hikûmeta Şamê baregeha Resafa ya li başûrê Reqayê vala kiriye û baregeh ji çeteyên DAIŞ’ê re hiştiye, daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku di demekê ku operasyonên li Girtîgeha Sinayê dewam dikin de, valakirina van baregehan ji aliyê hikûmetê ve cihê gumanê ye. QSD’ê ragihand ku hêzên wan tevdirên pêwîst girtine.

4 ÇETE HATIN GIRTIN Û 9 DÎL JÎ HATIN RIZGARKIRIN

Li aliyê din jî li Hesekê di operasyonên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 4 çeteyên din jî hatin girtin. Operasyona li Zindana Sinayê bi berfirehî berdewam dike. QSD’ê 8 bendên din ên girtîgehê xistin dibin kontrola xwe û 250 çeteyên din jî hatin girti

Ji dema ku operasyon hatiye destpêkirin û vir de hejmara çeteyên hatine girtin gihişte 500’î. Her wiha QSD’ê 9 kesên ku di destê çeteyan de dîl ketibûn, rizgarkirin.

Li herêmê operasyonên QSD’ê bi baldarî berdewam dike.