Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ji ANF'ê re axivî û seferberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya piştî erdhejê hate ragihandin û ambargoya li ser herêmê nirxand.
'HELWESTA SIYASÎ BANDORÊ LI SER ALÎKARIYÊ DIKE'
Bedran Çiya Kurd anî ziman ku felaketa erdhejê ya li herêmên Tirkiye, Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema êşeke giran û rewşeke mirovî û got, "Ev êş hîn jî dewam dike. Ji aliyê siyasî û aborî ve bandor kir. Helwestên siyasî bandor li ser alîkariya mirovî kir, bandor li ser herêmên dagirkirî, taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê, her wiha bandor li herêmên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê kir.
'ALÎKARIYA RÊVEBERIYA XWESER TÊ ASTENGKIRIN'
Astengiyên mezin datînin pêşiya alîkariyên me. Li hemberî vê rewşa mirovî nêzîkatiyeke cuda heye. Eger nêzîkatiya li hemberî vê rewşa mirovî siyasî be, êşa civakê wê kûrtir bibe. Ev birîn zû bi zû nayên kewandin. Ji ber ku wê encamên gelekî nebaş bi xwe re bîne. Eger bi vî rengî nebûya, di dema xwe de dest li rewşê bê bihata werdan bi hezaran mirov dikarîbûn bihatina rizgarkirin. Ji ber vê siyaseta rejîmê bi hezaran kes nekarîn bêne rizgarkirin û di binê xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan."
Bedran Çiya Kurd ragihand ku helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja destpêkê ve şênber bû û got, "Diyar kir ku amade ye alîkariyê bigihîne her kesî û her cihî, bêyî cihêkariyê bike. Di vê çarçoveyê de bi pratîkî kete nava liv û tevgerê û alîkarî şand. Ne rejîma Sûriyeyê ne jî dewleta Tirk helwesteke welê nîşan nedan ku alîkariyê bi herêmên dagirkirî re bikin. Ne jî destûrê didin ku alîkariya hatiye amadekirin bigihêje mexdûrên erdhejê. Ev rast nîne, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Eger hûn alîkariyên mirovî ji bo helwestên siyasî bikin mijareke bazarê bi dîtina min ev yek wê sûcekî li dijî mirovahiyê be. Berevajî vê yekê diviyabû rejîm biketa nava liv û tevgerê û alîkarî bixwasta. Lê belê alîkariya ji derve tê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne. Niha rêveberiya Emerîkayê û gelek welatan ji ber rewşa mirovî pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re danîne aliyekî. Her wiha ceza û pêkanîn bi rengekî demkî hatin rawestandin. Hate xwestin ku mirovên ji ber erdhejê zerar dîtine sûdê ji alîkariyên mirovî bistînin. Lê belê tirsa me ew e ku rejîm vê yekê mîna berê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî binirxîne. Rewşa heta niha vê yekê nîşan dide."
'ALÎKARIYA JI HELEB Û ŞEHBAYÊ RE HATE ŞANDIN, TÊ ASTENGKIRIN'
Bedran Çiya Kurd got, "Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba niha di bin ambargoyê de ne û bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ne. Rejîm alîkariya ji bo van herêman asteng dike, dike mijara bazariyê" û wiha dewam kir, "Helwesteke bi vî rengî tê dîtin. Ji ber vê helwestê jî em bi fikar in ku rejîm wê vê siyasetê dewam bike. Hikumeta Şamê, rejîma Tirkiyeyê û komên ser bi wê ve divê xwe ji siyaseta cihêkar vegirin. Divê alîkariya mirovî nekin meseleyek. Bila deriyên sînor vekin û rê bidin ku alîkarî bigihêje mirovên mexdûrên erdhejê. Eger ev neyê kirin hingî metirsî li ser jiyana bi hezaran mirovî heye. Lewma divê her kes bibe alîkar ji bo alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê. Di vê mijarê de hewldaneke hevpar divê."
'HÎN ALÎKARÎ NEGIHÎŞTIYE HERÊMÊ'
Bedran Çiya Kurd bal kişand ser karên wan ên dîplomatîk ên bi koalîsyona navneteweyî û gelek welatên Ewropayê û got, "Rewşa li vê derê ji her kesî re hate ragihandin. Helwesta me hate nîşandan. Nêzîkatî hate nîşandan ku alîkarî bi çi rengî dikare bi mexdûran re bê kirin. Têkiliyên me hemûyan ragihandin ku amade ne ji bo Sûriye û Tirkiyeyê alîkariyê bikin. Diyar kirin ku amade ne alîkariyê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin. Di vê mijarê de helwest hate nîşandan, soz hate dayin. Heta niha diyalgo û karên dîplomatîk ên di vê mijarê de dewam dikin. Mijara alîkariyê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Lê belê heta niha alîkarî negihîştiye mirovên me yên zerar ji erdhejê dîtine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hin herêmên rêveberçiya Şamê û li gelek deverên Bakurê Kurdistanê gelê me ji alîkariyê bêpar hatiye hiştin. Lewma em careke din bang li saziyên pêwendîdar dikin ku bi lez dest li rewşê werdin û alîkariyê bigihînin gel ku jiyana mirovan karibe bê rizgarkirin."