Bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku erdhejê bandor lê kir, bi saya piştevaniya bi yekîtiyeke xurt bû ew herêm ku birînên erdhejê zû pêçan. Ev piştevaniya serketî bi rêxistiniya meclîs û komunan pêk hat ku hêmanên bingehîn ên sîstema xweseriyê ye û xwe dispêre hêza xwe. Heyva Sor a Kurd ku sala 2012'an li Rojava ava bû, di mijara piştevanî û alîkariya bi mexdûrên erdhejê re karekî serketî kir. Piştî ku bersiv da piraniya pêwîstiyên mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, ragihand ku gel û rêveberiya xweser a li herêmê amade ne ku alîkariyê bigihînin herêmên din ên Sûriyeyê. Di demeke kurt de bi sedan barhilgirên ji barê xwarin, malzemeyên tibî û amûrên stargehê, her wiha tankerên sotemeniyê bi rê kir.
QSD Û RÊVEBERIYA XWESER KETIN NAVA LIV Û TEVGERÊ
Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî erdhejê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo alîkariyê bigihînin herêmên din ên Sûriyeyê û Tirkiye-Bakurê Kurdistanê ew amade ne.
QSD'ê roja erdhejê di 6'ê Sibatê de daxuyanî da û got, "Em êşa gelê xwe yê li hemû herêmên Sûriyeyê parve dikin, bila rehma Xwedê li qurbaniyan be û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ji bo bandora erdhejê ya li hemû herêmên Sûriyeyê sivik bikin, hêzên me amade ne ku alîkariya lezgîn bigihînin herêmên ku erdhejê bandor li wan kirine, amade ne ku tîmên rizgarkirinê bişînin. Em sersaxiyê ji malbatên li Bakurê Kurdistanê bajarên Mereş, Dîlok û herêmên din re dixwazin. Di vê dema zehmet de em piştgiriya xwe ji wan re dişînin."
JI BO ALÎKARIYÊ DERIYÊN SÎNOR HEMÛ HATIN VEKIRIN
Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Sibata 2023'an piştî civîna xwe daxuyaniyek da û got, "Ji bo hemû herêmên Sûriyeyê yên ku erdhejê bandor li wan kiriye, ji bo alîkariya ji derve tê bigihêje mirovan li hev hatiye kirin ku hemû deriyên li herêmên Rêveberiya Xweser bêne vekirin, ji bo ji deriyên Rêveberiya Xweser alîkarî bê gihandin, piştgiriya pêwîst bê dayin."
KAMPANYA HATE DESTPÊKIRIN
9'ê Sibatê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, 12'ê Sibatê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re yên li Bakurê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi navê "Ji bo mirovahiyê dest bide hev" kampanya dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate meşandin, alîkariya ku ji aliyê gel û saziyên li herêmê ve hatin komkirin, ji bo derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bêne kirin ber bi deriyên sînor ên Um Cilûd (Navbera Minbic û Cerablûsê), El Tayha (Navbera Minbic û Helebê) û Ewn El Dadat (Navbera Minbic û Cerablûsê) hate şandin.
JI BO HERÊMÊN HATINE DAGIRKIRIN JÎ ALÎKARÎ HATE KOMKIRIN
Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo herêmên hikumeta Şamê her wiha ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên çete de ne, alîkarî hate komkirin. Konvoya destpêkê ya alîkariyê bi rêya Rêxistina Doktorên Sînornenas bi 13'ê Sibatê de ji deriyên sînor ên navbera Minbic û Cerablûsê derbasî herêmên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku di bin dagirkeriyê de ne. Piştî karwana alîkariyê ya destpêkê ku ji 53 qemyon û wesayitan pêk dihat, konvoya duyemîn a ji 66 qemyonan bi rê ket ku barê xwe xurek, alavên stargeh û malzemeyên tibî bû.
Ji Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd Sozdar Ehmed têkildarî piştevaniya xwe bersiv da pirsên ajansa me.
KARÊ KOLEKTÎF
Sozdar Ehmed diyar kir ku ji ber erdhejê ew di çarçoveya rewşa awarte de ketin nava liv û tevgerê û got, "Ji ber ku erdhejê bandor li herêma me jî kir bivê nevê tirs kete nava gel. Bendewariya gel a ji Heyva Sor a Kurd gelekî zêde bû û me jî xwest bersivê bidin vê bendewariyê. Bi Rêveberiya Xweser, Şaredariya Gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Xweparastinê û Komîteya Tenduristiyê re civîneke awarte lidar xist û di nava piştevaniyê de me karekî kolektîf meşand. Piştî vê civînê me biryar dan ku ji bo gelê di wesayitan de dimînin kon bêne vedan."
Sozdar Ehmed bal kişand ser karên ji bo mexdûrên erdhejê hatine kirin û got, "Ji Dêrikê heta bi Minbicê, me ji bo gelê xwe dest bi pêvajoya alîkariya mirovî kirin. Bi erdhejê re mirov ketin hundirê wesayitên xwe. Yên ku wesayitên xwe nebû, li derve mabûn. Di demeke kurt de ji Dêrikê heta bi Minbicê me li hemû bajaran kon vedan. Betanî li mirovan hatin belavkirin. Li 10 bajaran li gorî nifûsa wan me tîmên alîkariya lezgîn xistin nava liv û tevgerê. Ji bo nexweşên giran bibin nexweşxaneyan jî me her wiha tîmeke cuda ya tenduristiyê wezîfedar kir."
JI BO ŞEHBA Û HELEBÊ KAR HATE KIRIN
Sozdar Ehmed diyar kir ku ji ber polîtîkaya ambargoyê ya hikumeta Şamê wan 7'ê Sibatê karîbûn alîkariyê bişînin Şehba û Helebê, piştre ji bo biçe herêmê bi xwe jî seferber bû, lê belê astengî hîn jî dewam dikin. Sozdar Ehmed got, "Di nava 24 saetan de me gelek kon û betanî ji Şehba û Helebê re şand. Ji bo van herêman bi saziyên civakî yên sivîl re karekî hevpar ê alîkariyê hate meşandin. Bi qismî jî be me alîkariya pereyan jî kir. Weke Heyva Sor a Kurd me derfetên xwe hemû seferber kir. Me bi tîpa xwe biryar dan ku ji bo bersivê bidin pêwîstiya bi xurek, kon, betanî, malzemeyên tibî û sotemeniyê ya herêmê, derbasî Şehba û Helebê bibin. 6 roj in em li ber deriyên sînor disekinin, lê belê hikumeta Şamê qebûl nake ku em derbas bibin. Me timî eşkere kir ku ji bo bersivê bide pêwîstiyên gelên Sûriyeyê tîmên me yên tenduristiyê amade ne. Tevî ku me bang li hemû saziyan kir jî derî nehatin vekirin. Me ragihand ku amade ne ji Efrînê heta bi Şamê alîkariyê bigihînin, lê belê hikumeta Şamê deriyan venake. Heta niha em li ber deriyê Tayha yê navbera Minbic-Helebê ne, nêta me nîne ku paşve gavê biavêjin. Gavên me wê her tim ber bi pêş ve bin."
JI BO HERÊMÊN ERDHEJÊ PROJEYA 6 MEHÎ
Sozdar Ehmed di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ji bo herêmên erdhejê projeya ji 6 mehan amade kirine û got, "Tîmek ser bi Heyva Sor a Kurdistanê wê 20'ê mehê biçe herêmê. Ji bo herêma Firatê projeya ji 3 mehan, ji bo herêma Cizîrê projeya ji bo 15 rojan û ji bo Heleb û Şehbayê jî projeya ji bo 6 mehan hate amadekirin. Karê sereke yê van projeyan jî wê bersivdayina li pêwîstiyên xwarin, germkirin û jiyanî yên gel be. Di qonaxa duyemîn de jî wê cihên xisar li wan bûye bêne sererastkirin. Ji bo van pêwîstiyan jî me serî li saziyên navneteweyî dan û kêm jî be alîkariyek heye."