Balî: Tirkiye hemû kesan bomberdûman dike

Berdevkê Çapemeniyê yê QSD’ê Mûstafa Balî diyar kir ku dewleta Tirk bêyî ku ferqê têxe navbera sivîl û şervanan, hemû kesan bomberdûman dike. Balî got ku “Dewleta Tirk gelek caran xwest sînor derbas bike lê her carê derbên giran xwar.”

Derbarê rewşa dawî ya qadê Berdevkê QSD’ê Mûstafa Balî ji ANF’ê re axivî.

LI SER HEMÛ SÎNOR ŞER HEYE

Balî got ku “Ji Çemê Dîcleyê heta Çemê Firatê, ji Dêrikê heta Kobanê li ser sînor dagirkerî heye. Bajarên din ên Rojava jî di bin dagirkeriyê de ne. Bi balefir, top û obusan hemû deran bomberdûman dikin.

Şervanên QSD’ê şer dike. Li eniyên herî pêş li dijî dagirkeriyê şer dikin. Ji duh heta îro artêşa Tirk a dagirker gelek caran xwest ji bejahiyê sînor derbas bike lê her carê derbên giran li wan hate xistin. Dibe ku li hin deran gav avêtibin lê li her qadê şer û berxwedan heye. Dewleta Tirk û çeteyên wê derbeke giran xwarin. Li gorî ku şervanên me ragihandine, gelek leşkerên artêşa Tirk mirine.

QADA HEWAYÎ JI ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ RE VEKIRIYE

Qada hewayî ji êrîşên Tirkiyeyê re vekiriye. Balefirên şer ên Tirk rojavayê Kurdistanê bomberdûman dike. Wekî ku me got, bêyî ku ferqê têxin navbera gel û şervanan, hemû kesan bomberdûman dikin. Herî dawîn li konvoyeke sivîlan xistin a ku ji Reqayê dihat Girê Spî. Di vê êrîşê de sê kesên sivîl şehîd bûn û hin kes birîndar bûn.”

Balî diyar kir ku gelê Kurd divê li her derê li ber xwe bide û bi hev re vê dagirkeriyê bi dawî bikin.