Balefirên şer ên Rûsyayê cara 10’emîn Idlib bombebaran kir

SOHR’ê ragihand ku ji danê sibehê ve balafirên Rûsyayê 10 derbeyên hewayî li dijî deverên cuda yên Idlibê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên li dijî “herêma bê çek” zêde kirin. Heta vê kêliyê balafirên şer ên Rûsyayê bi 10 êrîşan derdora gundê El Şêx Yusif li gundewarê rojavayê Idlibê kir hedef.

Her wiha balafirên, derdora girtîgeha navendî ya li nêzî Idlibê, derdora îstasyona Sîcer a avê ku avê dide Idlibê û gundên li rojavayê wê kirin hedef. Di encamê de zirar gihişt boriyên avê.