Balafireke keşfê ya Tirk gundê Satiya yê Efrîn bombe kir
Balafirên keşfê ya Tirk bombeyek avête gundê Satiya yê Kantona Efîn. Di encamê de ziyan gihişte malên walatiyan.
Balafirên keşfê ya Tirk bombeyek avête gundê Satiya yê Kantona Efîn. Di encamê de ziyan gihişte malên walatiyan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, balafireke keşfê ya Tirkiye dema di saetên êvarê de li ser herêma Cindirês a girêdayî Kantona Efrînê difiriya, bombeyeke destan li ser gundê Satiya barand. Di encama teqîna bombeyê de ziyan gihîşt malên welatiyan.
Artêşa Tirk vê carê bi rêya balafirên keşfê bombeyan li ser Kantona Efrînê dibarînin. Her wiha balafirên keşfê yên Tirkiyê rojane li asîmanê herêmê difirin.