Balafirên Rûs li gund dan: 8 kes mirin 5 kes birîndar bûn
SOHR’ê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişeke hewayî li ser gundek li ser sînorê Hatay û Sûriyê kiriye û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.
SOHR’ê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişeke hewayî li ser gundek li ser sînorê Hatay û Sûriyê kiriye û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku gundekî li ser sînorê bajarê Hatay a Tirkiyê û Sûriyê bûye armanca êrişa hewayî ya balafirên şer ên Rûsyayê.
SOHR'ê diyar kir ku di bombebaranê de 8 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hate gotin ku balafirên şer ên Rûsyayê li bejahiya başûrê Idlibê jî êriş pêkanîne, lê bîlançoya têkildarê vê êrişê nehate eşkerekirin.