Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd El Mûelîm, ku gotibû, "Bi Kurdan re dikare danûstandin were kirin", îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di ser krîza Sûriyeyê re 6 sal derbas bûne, hevdîtinên Cenevreyê bê encam mane, xwîna bi mîlyonan mirovên ji Sûriyeyê rijiya ye û bi mîlyonan mirov koçber bûne.
Hevserokatiyê diyar kir, ku hêzên Bakurê Sûriyeyê ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir ve xwedî projeya çareseriyê bûn, lê belê ev rewş ji nedîtî ve hatiye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hemû hevdîtinên ku hêzên xwedî proje lê ne amade ne, bê encam mane.
'DERENG MA, LÊ ERÊNÎ YE'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Daxuyaniya 'em amade ne bi Kurdan re danûstandinan bikin' a Wezîrê Karên Derve, dereng jî be em weke daxuyaniyeke erênî dibînin. Ji ber ku bi baweriya me, yekane rêya çareseriya krîza Sûriyeyê danûstandin e.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji danûstandinan re amade ye."