Bagera Cizîrê: Li gundê Bedewî El Cismê operasyonê dest pê kir
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD'ê li gundê Bedewî El Cismê dest bi operasyona paqijkirinê kirin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD'ê li gundê Bedewî El Cismê dest bi operasyona paqijkirinê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê şevê din li gundê El Cismê ê rojhilatê bajarokê Siwer êrîşî nuqteyên şervanan kirin. Şervanên QSD bersiva êrîşa çeteyan da û êrîşa çeteyan şikandin.
Şervanên Bagera Cizîrê piştî êrîşa çeteyan a li ser gundê El Cismê demil dest opersyona paqijkirinê dan destpêkirin. Di vê operasyonê de heya niha 5 çete hatin kuştin, çeteyek tevî rext û çeka xwe teslîmî şervanan bû. Li gundê El Cismê opersyona şervanan dewam dike.
Çeteyên DAIS duh di saetên piştî nîvro de êrîşî gundekî li baskê Siwer kiribûn. Şervanan êrîşa çeteyan şikandin û kemyonek cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.