Bagera Cizîrê: Di 24 saetan de 29 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand, di 24 saeetan de, ya di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ’ê de 29 endamên çeteyan hatine kuştin. Di operasyonê de gelek çek hatin bidestxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand bîlançoya şerê 24 saetên dawî aşkere kir.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin:

"1- Eniya Baxoz: Di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de şerê giran rû da. Şer çend saetan dewam kir. Di wî şerî de terorîstan hemû cûreyên çekar anîn da ku xwe ji derbeyên şervanan me biparêzin. Lê ev yek li pêşiya pêşketinên şervanên me nebû asteng. Tevî dijwariya şer lê şervanên me 1,5 kîlometre bi pêş de çûn, 15 nuqteyên xwe ava kirin û 5 mayînên ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn bicihkirin bê bandor kirin.

Her wiha balafirên Koalîsyona Navnetewî bargehên terorîstan kir hedef. Di encama wê de du terorîst hatin kuştin û bargeha avêtina mûşekên “herarî” hate rûxandin. Her wiha balafiran erebeyeke bombebarkirî ku çeteyan hewl didan bi rêya wê derbasî bargehên şervanan bibin, rûxandin.

Terorîstan bi BKC û suîkast û mûşekên herarî êrîşî noqteyên şervanên me kirin. Di encama wê de tu zarar çê nebûn.

Balafirên Koalîsyonê careke din bargehên terorîstan kir hedef. Di encama wê de 3 bargehên terorîstan ku ji wê derê êrîşî şervanan dikirin, rûxand. He wiha hejmareke ji terorîstan hatin kuştin û kargeheke ku têde erebeyên mayînkirî dihatin çêkirin, hate rûxandin.

Di saetên dawiya şevê de şervanên me li hemberî bargehên çeteyan ên li gundê El-Meraşde çalakî lidar xistin. Li wê derê depoyeke cebilxaneyê hate rûxandin û şervan 1 kîlometre bi pêşde çûn.

Li hemû nuqteyên wî aliyî şer dijwar rû didin, car caran jî topbaran tê kirin her wiha terorîstan hewl dan ku êrîş bikin û şervanên me jî bersiva wan dan.

2-Eniya Hecîn: Li wê derê şerê dijwar derket. Di encama wê de hejmarek ji terorîstan hatin kuştin lê hejmar nehat naskirin. terorîstan hewl dan ku êrîşî şervanan bikin lê şervana bersiv dan û terorîst neçar kirin ku paşde vegerin.

Li wê derê şerê demikê derdikevin. Terorîst li wê derê çekên giran û mûşekên herarê bikar tînin.

- Bîlançoya şer:

-29 terorîst hatin kuştin.

-Bargeheke avêtina mûşekên herarî, erebeyeke bombebarkirî, 3 bargehên terorîstan, kargeha çêkirina erebeyên mayînkirî û depoyeke cebilxaneyê hatin rûxandin.

-Çekek doçka (12,5), 26 hezar guleyên wê, 25 hezar guleyên çeka BKC, 4 topbavêjin(120), 200 topên wê, 100 heşweyên hawanê, 5 hezar guleyên kilaşînkov, 2 sebetanên doçka (23), 10 sebatên doçka (14,5), sebetaneke doçka (12,5).

-5 mayîn hatin bêbandorkirin.

-Balafirên Koalîsyona Navneteweyî 14 derbe pêk anîn.