Bagera Cizîrê: Baskên Siwer û Mergede gihîştin hev
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya di çerçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de dewam dike. Baskên Mergede û Siwer ên di çarçoveya pêngavê de pêşve diçin gihîştin hev.
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya di çerçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de dewam dike. Baskên Mergede û Siwer ên di çarçoveya pêngavê de pêşve diçin gihîştin hev.
îro piştî nîvro şervanên QSD′ê li herdUû baskên Pengava Bagera Cizîrê yên Siwer û Mergede pêşveçûna xwe dewam kirin û di dema pêşveçûnê de şerekî demkî derket. Di saetên êvarê de jî herdu bask gihîştin hev.
Li Baskê Siwar şervanan gundê Husêniyê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgarkirin. Piştî ku gund hate rizgarkirin şervanan dest bi operasyonê kirin. Di dema operasyonê de şer derket û 3 çete hatin kuştin.