Bagera Cizîrê: 6 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizirê 6 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizirê 6 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Şervanên QSD'ê, ku ji bo rizgarkirina 6 gundan duh danê sibehê ketin nava liv û tevgerê, heta nîvê şevê li dijî çeteyan şer kirin û her 6 gund rizgar kirin.
Di vî şerî de 21 çete hatin kuştin û 4 çete jî bi saxî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin girtin.
Gundên ji çeteyan hatin paqijkirin ev in:
Gundê Adil, bi 50 km'yan li rojhilatê Dêra Zorê ye
Gundê El- Herce, bi 46 km'yan li rojhilatê Dêra Zorê ye
Gundê El-Qoşeriya, bi 70 km'yan li rojhilatê Dêra Zorê ye
Gundê El- Rughay, bi 72 km'yan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye
Gundê El- Aya, bi 48 km'yan li rojhilatê Dêra Zorê ye
Gundê Bixwêrê, bi 28 km'yan li başûrê rojhilat ê Dêra Zorê ye.