Bagera Cizîrê: 2 wesayîtên çeteyan hate rûxandin

Çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Herêma Tenek a petrolê êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê dikin. Şervanan bersiv êrîşa çeteyan da û di encam de 2 wesayîtên çeteyan hate rûxandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li rojhilatê Herêma Tenek a petrolê ku 10 kîlometreyan nêzî sînorê Îraqê ye, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqetyên şervanên QSD’ê kirin. Şervanan bersiv dan û di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê şerê dijwar rûda.

Di şerê qewimî de wesayîteke bombebarkirî û wesayîteke BMB hate rûxandin.

Şerê li herêmê dewam dike.

Çeteyên DAIŞ’ê îro jî di saetên nîvro de, li gundê Ferac a Dêra Zorê careke din bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî sivîlan kir. Di encamê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 30 birîndar bûn.