Bagera Cizîrê: 2 wesayît hatin rûxandin, 18 kîlometre bejahî hate kontrolkirin

Şervanên QSD’ê li bejahiya Dêra Zorê 2 wesayîtên leşkerî rûxand û 18 kîlometre bejahiya dibin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de kontrol kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê sekinîbû, 1’ê Gulanê ji nû ve dest pê kiribû. Şervanên QSD’ê îro 2 wesayîtên leşkerî rûxandin û 18 kîlometre bejahî kontrol kirin.

 

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 5’an de bi hemû leza xwe didome. Pêşveçûna şervanên QSD’ê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê didome. Şervanan îro 2 wesayîtên çeteyan rûxandin û 18 kîlometre bejahî kontrol kirin.

Bi kontrolkirina 18 kîlometre bejahî re şervanên QSD’ê nêzî gundê Sûsa yê ser sînor bûn. Tenê 5 kîlometre maye ku şervanên QSD’ê bigihîn ava Firatê ango  gundê Bakoz.

Çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşî li pêşveçûna şervanan bigre bi rêbazên qirêj êrîşî şervanan dike. Çeteyan bi 2 wesayîtan êrîş kir û şervanên QSD’ê herdu wesayît rûxandin. Li aliyê din bi dehan mayînên ku çeteyên DAIŞ’ê çandibûn hatin bê bandor kirin.

Koordînasyona leşkerî ya di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Iraqê de jî didome.