Bagera Cizîrê: 2 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gundê Mihemin ê li herêma Dêra Zorê şikandin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gundê Mihemin ê li herêma Dêra Zorê şikandin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'e, duh bi şev êrîşî çeperên şervanên QSD'ê yên li gundê Miheminê kirin. Şervanan jî bersiv dan êrîşê û di encamê de şerekî dijwar rû da.
Di şer de 2 çete hatin kuştin, ku cenazeyên wan li naverastê man.
Gundê Mihemin li rojavayê bakur ê Dêra Zorê ye, ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de hatiye rizgarkirin.