'Azadiya Reqayê, azadiya mirovahiyê ye'
Fermandara QSD û YPJ’ê Klara Reqa bal kişand ser wateya Rizgarkirina Reqayê ya ji bo jin û mirovahiyê û got, “Ked û rola jinan nasnameyeke neteweyî ava kir.”
Fermandara QSD û YPJ’ê Klara Reqa bal kişand ser wateya Rizgarkirina Reqayê ya ji bo jin û mirovahiyê û got, “Ked û rola jinan nasnameyeke neteweyî ava kir.”
Fermandara QSD û YPJ’ê Klara Reqa têkildarî rizgarbûna Reqayê pirsên ANF’ê bersivand…
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya ku yek ji Pêngava Xezeba Firatê bû, bi encam bûn. Gelo bi kurtasî tu dikarî qala vê pêvajoyê bikî?
Ez beriya her tiştî vê roja pîroz a ku gel ji hêzên dagirker û çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne, di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreşê û şervanên azadiyê pîroz dikim.
Em dikarin bibêjin ku rizgarbûna Reqayê rizgarbûna mirovayetiyê ye. Azadbûna jinan e. Ez vê rojê li dayîkên şehîdan û dayîkên ku zarokên wan li eniyên şer bûn û dayîkên ku darbestên şehîdan hilgirtin, ez li wan jî pîroz dikim.
Pêngava Xezeba Firatê pêvajoyeke dirêj bû. Qonaxên wê yên yekemîn,duyemîn û sêyemîn hebû û qonaxa çaremîn jî rizgarkirina Reqayê bû. Gelek caran tê pirsîn, çima li Reqayê berxwedaneke wisa mezin hate kirin? Bi azadbûna Rojava re, bi hêzdarbûna YPG û YPJ’ê re, bi hezaran ciwanên Kurd û Ereb beşdarî YPG û YPJ’ê bûn û bi vê re jî ji bo avakirina Federalîzma Bakurê Sûriyeyê berxwedana me hate destpêkirin. Ne bi tenê gelê Kurd, gelek gelên din jî li vê derê dijîn. Li Minbîc, Bab, Dêrazor, Hesekê… Pêngavên rizgarkirina bajarên ku Kurd û Ereb lê dijîn bi pêşengiya YPG û YPJ’ê bi fedakarî û kedeke mezin pêk hat. Êdî gelên vê erdnîgariyê ew xwe bi rê ve dibin.
Bajarê Reqayê di serdema Xelîfe Harûn Reşîd de bajarekî navendî bûye. Jixwe li Reqayê gelek park, camî, Sûr bi navê Harûn Reşîd tê zanîn. Ji ber vê jî çeteyên DAIŞ’ê xwe wekî xelîfeyên Îslamê dan nasîn û bi zanebûn bajarê Reqayê hilbijartin. Gelê li vê derê di bin tehdîteke mezin de bûn. Gelek dewletên dagirker ên cîran li ser navê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xwestin hegemonyaya xwe li herêmê bidin rûniştandin. Yek ji van dewletan jî Dewleta Tirk û feraseta Erdogan e.
Di pêngava Reqayê de gelo hûn rastî delîlan hatin ku têkiliya dewleta Tirk û DAIŞ’ê îspat dike?
Di pêngava Reqayê de her ku em bi pêş ve diçûn, em rastî gelek delîlan hatin ên ku têkiliya vê rêxistina çeteyî û dewleta Tirk bi hev re heye. Ji piştgiriya lojîstîkê bigire heta perwerdehiyê, ji alîkariya çekan bigire heta gelek tiştan, ev rastî derxist holê. Jixwe armanca dewleta Tirk ev bû ku ji Bab, Cerablûsê derbasî Reqayê bibe. Ji bo vî tiştî hin hewldanên wan jî çêbû.
Gelek kesan têketina Reqayê wekî mûcîze didîtin. Nêziktêdayînek hebû, digotin gelo wê YPG, YPJ û QSD karibe têkeve Reqayê yan na. Gelek tehdît hate kirin. Bi taybetî êrîşa li Qerecoxê tê wateya derengxistin û sabotekirina pêngava Reqayê. Dema ku vê hewldana wan bi kêr nehat, vê carê antî-propaganda kirin. Ev tişt ji bo sekinandina pêngava Reqayê bû. Di heman demê de êrîşên li ser Efrînê jî pêk hat. Lê berxwedana gelê Efrînê, ya şervanên YPG û YPJ’ê, piştgiriya gelên li herêmê girîngiya şerê li Reqayê nîşanî her kesî da.
Gelek taktîkên çeteyên DAIŞ’ê hebû. Bi salan tê de dijiya, ji ber vê jî bajarekî binerd lê ava kiribû. Êrîşên xwekuj, bikaranîna wesayîtên bombebarkirî, mayînkirin, ev hemû tişt bûn sedema dijwariyan. Lê bi îddîayên mezin û bi berxwedana fermandarên wekî Şervîn, Sozdar, Cîhat, Zozan, Çiya û herî dawîn Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbîcê Ednan Ebû Emcet Reqa hate rizgarkirin.
Çar meh derbas bû. Lê di vî çar mehan de gelek şer û êş jî hebû. Serkeftin û kedeke mezin jî hebû. Hin caran te parçeyên hevalê xwe yên şehîd berhev dikir. Lê bi bîreke xurt, neteweyeke demokratîk û bi giyanê Federalîzma Sûriyeyê em van kêlîkên azadî û serfiraziyê dijîn.
Pêngava Reqayê ji pêngavên din cihê dest pê kir. Wekî pêngava jinan hate binavkirin. Gelo tu li ser vî tiştî çi dibêjî?
Dema ku me dest bi pêngava Reqayê kiribû, me got ew ê ‘Reqa bi destê jinan were azadkirin.’ Di şexsê YPJ’ê de nasnameyeke jinan hate avakirin. Artêşa jinan hate avakirin û vê artêşê xwe ji cîhanê re îspat kir. Di dîrokê de hemû artêş bi destê mêran hatiye avakirin. Lê cara pêşîn artêşek bi rengê jinan, bi felsefeya mirovayetiyê hate avakirin. Artêşbûna YPJ’ê li tolhildana li dijî feraseta serdest e. Dema em qala serdestan dikin, em bi tenê qala feraseta tecawizkar û talanker a DAIŞ’ê nakin. Hemû artêşên li cîhanê xizmeta çi dikin? YPJ li hemberî van hêzeke tolhildanê ye. Ji ber ku di hemû şeran de jin wekî xenîmet hatine bikaranîn. Lê îro bi şerê Kobanê re qehremanên wekî Rêvan û Arîn bersiva vî tiştî dan.
Dîsa di heman demê de berxwedana YJŞ’ê ya li Şengalê, di nav Tevgera Azadîxwaz a Kurdan de bi sedan jinan berdêl dan û şehîd bûn. Ev jî bû sedem ku bajarê Reqayê ya ku mejiyê DAIŞ’ê ye bi destê jinan were rizgarkirin. Ji ber ku piştî ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û hin Kurdan dev ji Şengalê berdan, çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê dest bi firotina jinên Êzidî kirin. Ji ber vê jî me got ku wê Reqa bi destê jinan were paqijkirin. Pêngava Reqayê bi fermandarî û koordîneya jinan pêk hat. Bi sedan jinên Şengalê li Reqayê hatin rizgarkirin. Bi sed hezaran gelê sivîl hatin hatin rizgarkirin.
Di dema pêngavê de di bajêr de gelek sivîl hebûn. Vî tiştî bandoreke çawa li pêngavê kir?
Jixwe yek ji sedema dirêjbûna vê pêngavê jî parastina gel û zarok û mirovayetiyê bû. Gelek yekîneyên me yên rizgarkirin sivîlan hebû. Ev yekîne hatibûn perwerdekirin. Wesayîtên bombebarkirî xwe li ba wan teqand. Hemû ji bo rizgarkirina jin û zarokan bû. Di destpêkê de me gotibû, rizgarkirina jinekê, rizgarkirina welatekî ye. Ji ber vê jî em serbilind in. Em gelekî bextewar in ku em ji bo rizgarkirina civak û jinan canê xwe didin. Rêbertiya me ev giyan da me û ev tişt hînî me kir. Gelek jinan piştgirî dan pêngava Reqayê. YJŞ beşdar bû, jinên Suryan beşdar bûn û bi sedan jinên Ereb beşdar bûn. Ev ji bo destkeftineke mezin e. Li pêşberî çavên her kesî ev tişt hate îspatkirin. Hate dîtin ku armanca YPG, YPJ ne dagirkirin e, azadkirin û pêkanîna yekîtiya gelan e, avakirina Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê ye.
Reqa bi temamî hate azadkirin. Êdî wê çawa be, wê Reqa çawa were birêvebirin?
Ev pirs gelek caran ji me re tê kirin. Lê gelek mînakên vî tiştî hene. Li Helebê gelek Kurd dijîn, li Minbîcê gel bajarê xwe bi rê ve dibin. Li Minbîcê meclîsên xwe yên sivîl, meclîsên xwe yên leşkerî û komunên xwe ava kirin. Civak xwe bi rê ve dibe. Hedefa me ev e ku li Reqayê em tiştekî wisa bikin. Hevdîtinên meyên bi eşîrên Reqayê çêbû. Beriya rizgarkirinê gelek sivîl mahsûr mabûn, em jî ji bo ku xisar negihêje sivîlan, me gelek astengî kişand. Piştî hin hevdîtinan me çeteyên herêmî derxist. Dema ku gel ev yek dît, baweriya xwe jî bi me anî. Exlaqê şer ê YPG û YPJ’ê dîtin. Piştî daxwaza şêx û eşîran, hin kes hatin efûkirin. Piştî ku bajar hemû hate paqijkirin, ji ber ku hê mayîn hene, piştî paqijkirina giştî em ê bajêr teslîmî meclîsa sivîl a bajêr û hêzên asayîşê bikin.
Îro alayên YPG, YPJ û QSD’ê li Reqayê li ba dibe, ev jî tê vê wateyê ku Dehaq li Reqayê careke din têk çûne. Em careke din pêngava Reqayê li şehîd û gelên xwe pîroz dikin.