Avadaniyeke sûc a paramîlîter: Dîfaa el Watanî -NÛ BÛ
Dîfa El Watanî ya di rojên dawîn de li Qamişlo û Hesekê provokasyon kiriye, di rabirdûya wê de gelek sûcên şer heye.
Dîfa El Watanî ya di rojên dawîn de li Qamişlo û Hesekê provokasyon kiriye, di rabirdûya wê de gelek sûcên şer heye.
Hikumeta Şamê di rojên dawîn de ji ser hêza paramîlîter a Dîfaa Watanî li Qamişlo û Hesekê provokasyonan dike.
Piştî ku hikumetê li Şehba û Helebê ambargo da destpêkirin û dest bi girtinan kir, aloziya li van herêman li Qamişlo û Hesekê jî pêk hat.
Hêzên paramîlîter ên Dîfaa el Watanî di rojên dawîn de li Hesekê û Qamişlo dest bi revandina sivîlan û provokasyonan kirine.
Dîfaa El Watanî ya di rojên dawîn de li Qamişlo û Hesekê provokasyon kirine, di rabirdûya wê de gelek sûcên şer heye.
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, Dîfaa el Watanî ji aliyê îstîxbarata Sûriyeyê Mûhaberatê hatibe rêxistinkirin jî dîroka wê kevntir e.
Dema ku çalakiyên Bihara Ereban dest pê kir û îxtîmala ku ev çalakî li Sûriyeyê jî pêk werin, Mûhaberatê jî ya di nav welatên Ereban de yek ji îstîxbarata herî xurt e, dest bi amadekariyan kir.
Ber bi dawiya sala 2009’an Mûhaberatê ji bo perwerdehiya rêxistinkirina milîsan û perwerdehiyên kontrgerîla hin kes şand Îranê.
Ev kes ji aliyê îstîxbarata Îranê ya bi navê Îtlaatê bi qasî du mehan hatin perwerdekirin. Ev kesên vegeriyan Sûriyeyê Şam û Heleb di serî de dest bi rêxistinkirina milîsan kirin.
Vê xebata Îstîxbarata Hewayî ya ku avakarê partiya Baasê Hafiz Esad jî jê tê, roj bi roj hêza vê rêxistinkirinê zêdetir kir.
Di sala 2011’an de bi destpêkirina çalakiyên Hêrsa Înê re ev kes ketin nav çalakgeran, ji bo avakirina provokasyonê û çalakgeran ragihînin îstîxbaratê xebat kirin.
Di sala 2012’an de jî gelek sûcdarên edlî yên ku berê cînayet, dizî, tecawiz kirine hatin berdan. Ev kesên hatine berdan tevlî nav vê avadaniyê hatin kirin.
Di sala 2012’an de bi awayekî fermî Dîfaa el Watanî hate avakirin û li bajarên wekî Şam û Helebê piştgiriyeke mezin dan rejîmê.
Dîfaa el Wetenê berê gilîkirin û provokasyon kir û piştre tevlî nav operasyonên di nava bajaran de bûn. Dîfaa el Watanî piştre dest bi xebatên nêzî Hêza Qudûsê ya Kasim Suleymanî û Hîzbûllahê kir.
Ev kes ji 15 rojan heta mehekê hatin perwerdekirin û di sala 2013’an de hejmara wan bû 40 hezar.
Di salên 2012, 2013, 2014’an de li bajarên wekî Humus, Hama, Dera, Lazkiye, Şam û Helebê sûcên wekî cînayet, êşkence, revandina mirovan, tecawiz, talan û fîdyeyê kirin.
Li gelek cihan tevlî nav rêxistinên wekî DAÎŞ, El Nusra û Îxwanê bûn, li gelek bajaran di dema şer de refê xwe guhertin.
Dema ku DAÎŞ’ê di Tîrmeha 2015’an de êrîşî Hesekê kir gelek endamên Dîfaa el Watanî refê xwe guhertin û tevlî nav DAÎŞ’ê bûn.
Piştî berxwedaneke xurt a şervanên YPG û YPJ’ê destûr nehatibû dayin ku Hesekê têkeve destê DAÎŞ’ê.
Parlementoya Sûriyeyê di sala 2013’an de zemînekî qanûnî ji vê hêza paramîlîter re ava kir. Parlementoya Sûriyeyê biryarnameyek weşand ku şîrket dikarin milîsan fînanse bikin.
Bi parastin û tespîta çavkaniyên fînansê re hejmara endamên Dîfaa el Watanî zêde bû û li gorî texmînan hejmara endamên vê avadaniya paramîlîter sed hezar derbas kiriye.
Bi biryarnameyê re Fadî Ahmed (Bi navê Fadî Saqir jî tê naskirin) ê ku li Şamê şîrketeke wî heye, fînansorî û fermandariya Dîfaa el Watanî kir.
DYE di Tebaxa 2020’an de di çarçoveya Qanûna Sezar de lîsteyeke ambargoyê amade kiribû, di nav vê lîsteyê de Fadî Ahmed jî heye.
Piştî ku di rojên dawîn de Dîfaa el Watanî li Hesekê û Qamişloyê dest bi provokasyonan kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li derdora taxên vê avadaniyê tevdîrên ewlekariyê zêdetir kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derbarê provokasyonên hêza Dîfaa el Watanî hişyarî da Rûsya û rejîma Şamê.