Artêşa Tirk xaka Rojava  topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên Erka Xweparastinê yên li bajaroka Şêxlera Jêrîn û noqteyên meclîsa Leşkerî ya Minbicê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Cerablûsê bi cih bûne, xetên Sacûr a Minbicê û herêmên nêzî bajaroka Şêxlera Jêrîn topbaran kirin. Çeteyan topên hawanê û doçka di topbaranê de bi kar anîn.

Di heman demê de çavkaniyan destnîşan kirin ku li gundê El-Emrane ya beranberî bajaroka Şêxler tevgera Artêşa Tirk zêde bûye.

Bajaroka Şêxlera Jêrîn li rojhilatê Çemê Firatê 30 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê ye. Artêşa Tirk a dagirker bajarê Cerablûsê ku beranberî Şêxler li rojavayê Firatê dagir kiriye.

Beriya niha jî Artêşa Tirk çend caran bajarok topbaran kiriye û mal û milkên welatiyan wêran kiriye.