Artêşa Tirk welatiyeke Efrînê revand û piştre qetil kir

Li Efrinê hovitiya leşkerên dagirker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan didome. Artêşa Tirk welatiyê Efrînê yê bi navê Mihemed Îbis Nesan revandin û piştre qetil kirin.

Çavkaniyekê  ji Efrînê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Mihemed Îbiş Nesan (55) ê ji gundê Hecî Hesna ya Jorîn bê sedem revandin û piştre bi êşkenceyê qetil kirin.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku çeteyan beriya niha keça Mihemed Îbiş revandin û piştî pereyekî mezin ji malbatên girtin û berdan. Çeteyan piştre Mihemed Îbis revandin û bi êşkenceyê qetil kirin.

NAVÊ KESÊN HATINE REVANDIN

Li aliyê din çavkaniyekî ji gundê Afraze ya navçeya Mabatayê jî koma çete ya bi navê Lîwai El-Şemal 8 welatiyên bi navên Emîn Reşîd Dawid (44), Horîk Ebdo Elo (45), Emîn Mihyedîn Elo (32), Ziyad Nûrî Ziyad (38), Xebat Mihemed Hesen (27), Xalid Mihemed Nesan (35) û du birayên bi navên Mihemed Ehmed Henan (34) û Ehmed Henan (30) revandin

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan welatiyên revandin birin girtîgeha gundê Qobê ya navçeya Raco ya Efrînê û ji malbatên wan pereyan dixwazin da ku wan berdin.