Dagirkeran li Efrînê 100 sivîl revandin

Lİ Efrînê piştî teqîna 27’ê Hezîranê ku di encamê de gelek çete hatin kuştin, hêzên Tirk gelek sivîl revandin. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker îro 18 ciwanên Kurd bi zorê revandin.

Hêzên Tirk ên dagirker îro li Efrînê, li 2 taxan bi ser malên Kurdan de girtin. Di serdegirtina mlan de hate gotin 18 ciwan hatin revandin.

Li gorî agahiyan vê sibehê saet 08.00’an hêzên dagirker li taxên Eşrefiye û Mahmûdiye bi ser malên Kurdan de girtin, 18 ciwan birin devereke ne diyar.

Jêderkên xwecih diyar kir dema serdegirtina malan de leşkerên Tirk bi xwe hebûne, ên ku li ber xwe dane bi zorê birine. Hate gotin li du taxan hê jî bi ser malan de digirin.

Li hêla dî li navenda bajêr a Efrînê piştî teqîna 27’ê Hezîranê ku di encamê de bi dehan çete hatin kuştin, hêzên dewleta Tirk zextên xwe zêde kirin. Jêderkên xwecih gotin li Cindiresê 60 û li Efrîn navendê jî heta niha 90 kes hatine girtin.

Kanên pêbawer diyar kirin ên ku têne girtin êşkence li wan tê kirin û piştre hinan ji wan dibine Ezazê û hinan dibine Tirkiyê.