Hêzên dagirker li Efrînê bombe avêtin du malan

Hêzên dagirker ên Tirk li Efrînê bombe avêtin du malên ku bi wan re ketibûn nîqaşan.

Dewleta Tirk û komên çeteyan li bajêr êşkence, xesp, tecawiz û revandina li ser sivîlan didomînin.

Li gorî hemwelatiyekî ku li bajêr dijî û ji ber ewlehiyê naxwaze navê xwe bide, komên çeteyan ên dewleta Tirk li Efrînê bombe avêtin du malan. Vî kesî ragihand ku li ser rêya Garaja Efrînê û nêzî Navenda Çandê du malbatan bi çeteyan re nîqaş kirin û çeteyan bombeyên destan avêtina van herdu malan.

ÇETE ŞER DIKIN

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine wergirtin, li Efrînê di navbera çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye û komên din ên çeteyan şer çêbûye.

Hate ragihandin ku di şer de herî kêm 4 çete hatine kuştin.