2 ciwanên din li Efrînê hatin kuştin

Li Efrînê cenazeyên 2 ciwanên din hatin dîtin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gef li wan dixwarin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê roj bi roj sûcên giran li dijî mirovahiyê dikin. Sûcên; revandina mirovan, destavêtin, talan, xwestina fîdye û komkujî her roj zêde dibin.

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê, du ciwanên ku 4 roj bû wenda bûn, cenazeyên wan hatin dîtin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, Mihemmed Elî yê 17 salî û welatiyê Ereb ê bi navê Xelef ê 35 salî ku bavê 3 zarokan bûn, beriya bi 4 rojan li gundê Birc Evdello yê navçeya Şêrewa ya Efrînê winda bûn. Cenazeyên her du kesan li nava bexçeyên hinara yên gundê Birc Evdelloyê hatin dîtin.

Xelef, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, xwe li herêma Efrînê ku herêma ewle bû, girtibû.

Şahidan gotin, çeteyên El Hamzat ên dewleta Tirk a dagirker, çend roj beriya windabûna Mûhammed Elî û Xelef, gef li wan xwarin.