Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê jina ducanî qetil kirin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê dayika ducanî ya bi navê Dilovan Îsmet Şêxo ya ji gundê Cilbirê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê qetil kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk û çeteyên wê dema jina ducanî ya bi navê Dilovan Îsmet Şoxo ya dayika du zarokan ku ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li nêzî herêma Selqîn a Idlibê bi guleyan qetil kir.

Dilovan Îsmet Şêxo ya 21 salî ku dema dixwest ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker xwest ji navenda Efrînê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê ve hate qetilkirin.

Cenazeyê Şêxo li gundê Kefer Bestera yê girêdayî Efrînê hate definkirin.