Li Til Temirê çeteyek hate kuştin - NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Til Temirê dikin, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan didin. Di encama êrîşan de çeteyek hate kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku operasyona li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku DAIŞ'iyan êrîş biribûn ser wê û hewl dabûn ên di girtîgehê de birevin, bi awayekî serketî bi dawî bûye. Piştî vê daxuyaniyê çend saetan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrîşên bejahî li ser gundê Til El-Leben ê başûrê rojavayê Til Temirê pêk tînin.

Hate ragihandin ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan didin û heta vê kêliyê êrîş berdewam in.

ÇETEYEK HATE KUŞTIN

Li gorî çavkaniyên leşkerî di encama êrîşan de çeteyek hate kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Êrîşên li ser gundên Til Temîrê berdewam dike, heta niha hejmara birîndaran nehatiye diyarkirin.