Artêşa Tirk li ser sînorê Efrînê haziriya leşkerî dike
Artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorê haziriya leşkerî dike balafirên wê jî her wiha li ser Efrînê keşfê dikin.
Artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorê haziriya leşkerî dike balafirên wê jî her wiha li ser Efrînê keşfê dikin.
Li ser sînorên Efrînê artêşa Tirk haziriya leşkerî dike û her wiha balafirên keşfê yên artêşa Tirk jî îro keşfê li ser Efrînê dikin.
Li gor çavkaniyên herêmî artêşa Tirk alîkariyeke cebilxaneyê ji hêzên xwe yên li derdora bajaroka Atmê ya girêdayî parêzgeha Idlbiê ya li ser sînorê herêma Efrînê re anîne, ku ev dever di bin serweriya çeteyên Desteya Rizgariya Şamê (Cebhet El-Nusra) û Feyleq El-Şam ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin de ne.
Diyar bû ku ev alîkariya cebilxaneya leşkerî ji hejmareke mezin a wesayîtên leşkerî û panzêran pêk tê û hemû li ser sînorê Efrînê bi cih kirine.
Ev alîkariyên leşkerî li gelek xalên leşkerî yên li ser sînorê Efrînê belav kirine û tabûrên leşkerî ji qereqola Bokilmaz a li hemberî gundên devera Cindirêsê derketine û ber bi bajaroka Atmê û paşê jî ber bi çiyayê Şêx Berekat û bajaroka Daritizê ve çûn.