Artêşa Tirk li gundên Efrînê êrîşî sivîlan kir!
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Efrînê kir û sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Efrînê kir û sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê ezazê bi cih bûne, gundên Kefir Cenê û Qitmê di seat 19:30 de, bi 3 topên hawan topbaran kirin. Di encamê de 2 welatiyên bi navê Mihemed EL-Mezhûr (22) û Elaa Xazî EL-Zahir ku ji koçberên bajarê Hemayê ne birîndar bûn. Her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn.
PARÇEYÊN HEWANAN LI TANKA PETROLÊ KETIN
Di vê navberê de parçeyên hewanê li tanka petrolê ya ku li ser rê bûn ketin, petrol rijiya û rê li çûn û hatinê hate girtin. Piştî xebata saetekê ya Hêzên Trafîkê û Şaredariya Gel rê li çûn û hatinê hate vekirin.
Xediyê tankerê yê ji Gundê Cebel Emîd ê dikeve başûrê Helebê Hisen El-Hmûd têkildarî bûyerê ev tişt got: “Me xwe amade dikir ku bikevin kantonê, di carekê de 50 metre dûrî min topek ket. Em ji wesayîtan dûr ketin, piştre jî topek li nêzî tankerê ket û parçeyek bi tankerê ket. Piştre jî rêjeyek petrol rijiya erdê.