Artêşa Tirk gundên Minbic û Til Temirê didin ber topan-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund û jîngehên sivîlan li Minbicê didin ber topan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşan daxuyaniyek da ji saetên sibehê ve, artêşa Tirk a dagirker ji bargehên li gundên Yaşlî, Toxara Biçûk yên bakurê rojhilat û bakurê rojavayê bajarê Minbicê ava kirine, gundên sivîl ên li xeta di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de topbaran dike.

Navendê ragihand ku artêşa Tirk gundên Um Edese, Dendeliyê û Girê Camûsiyê yên sivîlan  û baxçeyên wan topbaran dikin.

Hate diyarkirin ku heta niha 10 top li gundê Cbla Seyade ya dikeve bakurê rojavayê Minbicê ketine.

Her wiha derdora gundê Toxara Mezin û Mehsenlî jî bi hawnan hatin topbarankirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Dagirkeran dundê Derdarê ya dikeve bakurê Til Temirê bi obus û hewanan bombe kir.