Artêşa Tirk bombardûmaneke giran li Şehbayê dike

Artêşa Tirk a dagirker ji serê sibehê ve bombardûmaneke giran li kantona Şehbayê dike.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê, dewleta Tirk danê vê sibehê bi topbaranê dest bi êrişeke nû li ser Şehbayê kir.

Dewleta Tirk serê sibehê saet di 05:00 de êriş bir ser gundên Meyasê û Qinitirê yên Şêrawayê, piştre jî qada êrişê berfireh kir û li gel navçeya Şerayê, bi topan êriş bir ser gundên Malikiyê, Şêwarxa, Kela Şêwarxa û Alqemiyê yên navçeyê.

LIV Û TEVGERA KEŞFÊ YA LI HERÊMÊ

Dewleta Tirk ku bênavber êriş dike, her wiha li herêmê keşfê jî dike. Li gel dema bombardûmanê balafirên keşfê li ser Şehba û Efrînê digerin.