Artêşa Tirk a dagirker ‘xebatên dagirkirinê’ didomîne
Artêşa Tirk a dagirker li ser xaka xeta navçeya Bilbilê ya ku dagirkirî, xebatên xwe yên rêyên leşkerî û lêkirina dîwar dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker li ser xaka xeta navçeya Bilbilê ya ku dagirkirî, xebatên xwe yên rêyên leşkerî û lêkirina dîwar dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker, li ser xaka li sînorê Gundê Kurdo yê girêdayî navçeya Bilbilê ya ku dagirkirî, amadekariyên xwe yên êrîşê dewam dikin.
Rêya dirêjahiya 6 km ya ku ji bo wesayîtên leşkerên artêşa Tirk tê çêkirin, ji Gundê Kurdo 300 metreyan dûr e.
Li aliyê din artêşa Tirk kolandina xendekan û lêkirina dîwar jî dewma dike. Dîwarê ku dirêjahiya 5 km têl li ser hatî pêşan, ji Gundê Ibêdan a girêdayî navçeya Bilbil heta Gundê Merso yê girêdayî navçeya Şera dirêj dibe.