Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê êşkenceyê didomîne

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê êşkenceyê didomînin û dest datînin ser mal û milkên gel.

Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê çeteyên Ehrar El Şerqiye di 27’ê Nîsanê de li gundê Ciqle El Wista yê Şiyê sivîlê bi navê Haydar Mihemed (33) revand. Mihemed piştî ku 100 hezar lîrayê Sûriyeyê da, serbest hate berdan.

Li gundê Meşale yê Şerayê jî hate diyarkirin ku Nebîha Mistefa û bûka wî hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e.

Hate ragihandin ku li gundê Hîbo yê Mabatayê Hisên Şewket û Abdulrehman Bermeceh hatine revandin. Hate diyarkirin ku Îbrahîm Xelîl ê ji gundê Badîna jî di 3’ê Gulanê de li Geliyê Dirêmiyê hatiye revandin û aqûbeta wî ne diyar e.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku çeteyan di 8’ê Gulanê de li gundê Coq girtine ser mala Osman Nûrî Mistefa û Mihemed Hemdûş û dest daniye ser pez û jeneratora wî.

Hate diyarkirin ku li gundê Til Tewil jî çeteyan girtine ser mala Fetah Alî Naso û heywanên wî dizîne.

Li gundê Qedeh ê Racoyê gundî ji bo ku li ser erdên xwe bixebitin çeteyên Firqet El Hemze milyonek lîrayê Sûriyeyê ji wan dixwazin.

Çeteyên Suleyman Şah li Şiyê û gundên wê jî dest datîne ser 10 ji sedê berheman.

Li gundê Coqa yê Efrînê çeteyên Firqet El Hemze mer heh 500 lîrayê Sûriyeyê ji gel distîne.