Artêşa Tirk a dagirker Efrînê bombebaran dike
Balafirên artêşa Tirk a dagirker Efrînê bombebaran dike.
Balafirên artêşa Tirk a dagirker Efrînê bombebaran dike.
Balafirên artêşa Tirk a dagirker, gelek deverên riya navbera bajarên Cindirês û Efrînê û hinek deverên Recoyê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Efrînê hatî girtin, danê vê êvarê saet 22:00’an, balafirên artêşa Tirk a dagirker li asîmanê Efrînê geriyane û riya di navbera bajarên Cindirês û Efrînê de, her wiha derdorê gundên Xalta û Meske yên cindirêsê û hinek herêmên Racoyê bombaran kirine.
Hate ragihandin ku balafirên şer hê jî li ser navenda bajarê Efrînê û herêma Recoyê digerin.