Artêşa Tirk a dagirker bombe li Til Rifatê barandin
Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifat a hê jî bi hezaran sivîl lê dijîn, dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifat a hê jî bi hezaran sivîl lê dijîn, dan ber topan.
Êrîş li gorî saeta herêmî saet derdorî 15:50’î pêk hatiye. Li bajar hê jî bi hezaran sivîl dijîn. Bomberdûman li ser jiyana sivîlan metirsiyên mezin çêdike.
Dewleta Tirk a dagirker di 2’yê Kanûna îsla de Til Rifat bombe kiribû, 8 jê zarok 10 sivîl qetil kirbû.