Artêşa Sûriyeyê. Xota Rojhilat hate kontrolkirin

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku Xota Rojhilat bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin û kete bin kontrola hikumeta Sûriyeyê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Sûriyeyê, komên çete yên ku Duma kontrol dikirin ji herêmê derketine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku 21 hezar çete û malbatên wan ên li herêmê bi temamî derketine.

Rûsyayê di berdêla vekişîna komên çete ji Xota Rojhilat, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê erê kiribû.