Aldar Xelîl: Serhildanên Qamişloyê ji bo şoreşê bû îlham

Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi cesareta serhildana Qamişloyê şoreşa 19’ê Tîrmehê hatiye kirin û got, “Ew ê berxwedana Efrînê jî bi vî giyanî bigihîne serfiraziyê.”

Aldar Xelîl  ê ku Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê ye û yek ji avakarê PYD’ê ya ku pêşengiya serhildanê kiribû, serhildana Qamişloyê, pêvajoya şoreşê û berxwedana li Efrînê nirxand.

‘MÎNAKEKE DIN TUNEBÛ’

Xelîl diyar kir ku Serhildana Qamişloyê di dema xwe de gelekî girîng bû û got, “Rejîm li ser sazî û civakê desthilatdariyeke mezin ava kiribû. Ji ber îstîxbarata rejîmê û hêza wê ya leşkerî ya wê demê kesî nikaribû tiştekî bike. Kesên ku a niha dibêjin em mûxalîfên  Sûriyeyê ne, wê demê serbaz û rayedarên rejîmê bûn. Van kesan li ser me Kurdan siyaseta înkar û îmhayê didan meşandin.

Serhildana 12’ê Adarê ji ber komployekê çêbû, xwestin ku Kurd û Ereban bera ber hev bidin. Lê piştre rejîma Beasê êrîşî sazî û gelê me kir. Ji ber vê jî serhildanê dest pê kir. Di vê serhildanê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn. Lê gelê Kurd li Qamişlo, Kobanê, Efrîn û Şamê daket qadan û li hemberî rejîmê çalakî li dar xistin.”

‘CESARETÊ ŞOREŞÊ DA GELÊN SÛRIYEYÊ’

Xelîl nirxandina xwe wisa domand: “Kesên ji xeynî me hemû bûn hevalên rejîmê û li dijî me şer kirin. Kesên ku a niha dibêjin em mûxalîfên  Sûriyeyê ne, wê demê serbaz û rayedarên rejîmê bûn û van kesan tevî rejîmê mal û dikanên Kurdan kirin hedef û talan kirin. Di wê demê de gelek kes hatin girtin û hin hevalên me hê jî nehatine berdan, em aqûbeta wan nizanin.

Di heman demê de serhildana Qamişloyê cesaret da gel û ji bo şikandina desthilatdariya rejîmê bingeha Şoreşa Rojava hate dayîn. Bi şoreşa 2011’an re pergaleke civakî hate avakirin. Ne wekî serhildana 2004’an bû ya ku li ser bertekê hatibe avakirin.  Bi şoreşa 2011’an re xwerêxistinkirin û pergala civakî hate avakirin.”

‘BERXWEDANA EFRÎNÊ DIYAR DIKE KU EM LI SER RÊYA RAST IN’

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk ji bo xeniqandina şoreşa Rojava her rêyê bi kar tîne û got “Tişta girîng ev e ku, çanda serhildanê ya ku di sala 2004’an de dest pê kiribû bi Efrînê re didome. Tê dîtin ku em li ser rêyeke rast in. Li Efrînê pergaleke demokratîk hate avakirin û li hemberî êrîşên herî hovane berxwedaneke bêhempa tê kirin. Erê, artêşa Tirk piçekî bi pêş ve hat lê nakokiyên wan ên di nav artêşê de zêde bû. Erdoğan duh ji NATO’yê alîkarî xwest. Ev nîşan dide ku em bi ser ketine.”

‘EM Ê EFRÎNÊ JI WAN RE NEHÊLIN’

Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axaftina xwe wisa bi dawî kir:

“Dewleta Tirk bi pêş ve hatiye û dora bajêr girtiye. Rewşeke neyînî heye. Armanca Erdoğan diyar e, dixwaze li ser rûyê cîhanê tu Kurdek tunebe. Dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.

Şikandina îradeya li Efrînê tê wateya ku Kurdên li her çar parçeyan têk biçin. Ji ber vê jî berxwedana li Efrînê tê wateya hebûn û nebûnê. Em çiqasî şehîdan bidin jî, em ê Efrînê ji wan re nehêlin. Ew ê şehîdên me çêbibin lê em ê îradeya xwe ya azad derxînin holê.

Em ê bi giyanê berxwedana 2004’an û bi giyanê şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ser bikevin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bigihêjin serfiraziyê.”