Akademiya Şehîd Elaa Cibo 236 kes mezûn bûn

236 kesên ji herêmên Şehbayê ku li Akademiya Şehîd Elaa Cibo  perwerdeya leşkerî bi dawî kirin, bi merasîmekê  tevlî nava refên Tugaya Lîwaya Cebhet El-Ekrad bûn.

 Akademiya Şehîd Elaa Cibo di 5’ê Cotmeha 2017’an de yekemîn dewreya leşkerî ya Tugaya Lîwaya Cebhet El-Ekrad da destpêkir. Dewreya ku 45 rojan dewam kir, têde waneyên ramyarî, taktîkên şer û bikaranîna çekên giran hate dayîn.

Dewreya perwerdê bi merasîmekî leşkerî bi dawî bû.  Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên Hevbeş Hacî Ehmed, fermandarê Lîwaya El-Şemal El-Dîmoqratî, Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jin a Şehbayê û malbata Şehîd Rustum Ekrad amade bûn.

Ji  fermandarên Eniya Parastina Jin a Şehba Sosin Bîrhat di merasîmê de axivî û wiha got: “Perwerdeya siyasî û leşkerî ezmûnên baş da ku hûn bikaribin rola xwe ya dîrokî bilîzin û layîqî xwîna şehîdên gelê xwe bin. Bi avakirina vê tûgayê ku ji hemû pêkhateyan pêk tê, em yekrêziya xwe biparêzin û bibin eniyek.”