Ajokarê ambûlansa DAÎŞ'ê: Me birîndar birin Tirkiyê

Mihemed Emer Evdilqadir ku ji Elmanyayê hatî Sûriyê û tevlî nav çeteyên DAÎŞ'ê bûyî got birîndarên giran ên DAÎŞ'ê bi ambûlansan ji deriyê sînor bi fermî derbasî Tirkiyê dikirin.

Ebû Mihemed Elmanî xwediyê Helfen Notê û berpirsê wê Bekîr Asturk got, têkiliya wî ya bi gelek rayedarên dewletê û efseran re baş e û bi vê ji deriyê sînor ê Cîlvegozuyê bêyî ku li ambûlansê wan binerin çûne Idlibê. Got, ''Îlona 2019'an piştî ku ji Elmanya hte Idlib, ez,  Bekîr, û ajokarekî Elman ê bi navê  Domînîk bi 2 ambûlansan şandin Babê ku bi DAÎŞ lê bû.''

Mihemed Elmanî ku ji di navbeyna Tebqa û Til Ebyad de 2015'an bi ambûlansê birîndarên giran ên DAÎŞ'ê dibir, got, ''Dema ku me birîndar dibir nexweşxaneya li Til Ebyadê, ji ambûlansa min me neqlî ambûlanseke dî dikir. Li dêrî birîndar li li amblûsanseke dî siwar dikirin û wiha dibirin nexweşxaneyên Tirkiyê.''

Mihemed Emer Evilqadir ku li nav DAÎŞ'ê de bi navê Ebû Mihemed Elmanî tê zanîn û di destê QSD'ê de ye, ji hêla saziyeke qelp a binavê Helfet Not a xwedêgiravî saziya alîkariyê ye û îstîxbarata Elman  û çapemeniya Elman ji nêz ve na dikin, behsê kir bê ka çawa bi 2 ambûlansan ji DAÎŞ'ê re şandine, têkiliyên xwe xwediyê vê saziyê Omer Asturk ên bi rayedarên Tirk re vegot. Her wiha got bê ka çawa DAÎŞ'iyên birîndar bi fermî dibirin Tirkiyê.

JI HELFE NOT RE DIXEBITE

Mihemed Elmanî ji Tinûsê ye û li Elmanya rûdine. Dibêje dawiya 2013'an an jî destpêka 2014'an rêxistina 'alîkariyê'' ya bi navê 'Helfet Not'a Bekîr  Asturk, ku Astûrk di lîsteya cîhadîstan a îstîxbara Elman de ye, nas dike û li vir dest bi xebatê dike.

Dibêje piştî ku 'saziya alîkariyê' ya bi navê ''Helfen No''ê dibe DAÎŞ'iyên li Babê careke dî DAÎŞ'iyan nehiştiye ku ew biçe.

Elmanî dibêje,  Helfen Not li Elmanya bû, xwediyê wê Tirk bû, ji bo ku alîkariya însanî bi gelê Sûriyê re bike tevlî nav Helfen Not dibe, dema ku çûye cem wan jê re gotine, ''Dikarî bi mere ambûlansa derbasî Sûriyê bikî?'', wî jî qebûl kiriye.

AMBÛLANS JI DERIYÊ SÎNOR Ê CÎLVEGOZU DERBAS DIKIRIN

Elmanî bi berdewamî dibêje, meha 3 an jî 4'an a 2014'an bi daxwaze xwediyê Helfet Not, ''Bekîr Abî'' çûye Idlibê,  ambûlansa û ''Bekir'' cuda hatine ew bi xwe re birine Stenbolê, wî jî bi wan re rahiştiye ambûlansekê û ji deriyê sînor ê Cîlvegozû-Reyhanlî derbasî Idlibê bûye.

Elmanî her wiha agahî dide ku li Idlibê şûbeyeke Helfen Notê hebûya, dermanên ku wan ji wan dixwestin derbas dikirin.

TÊKILIYÊN BEKÎR ASTÛRK ÊN BI RAYEDARÊN DEWLETÊ RE

Li ser xwediyê saziya Helfe Not jî Elmanî got, têkiliyên wî bi Tirkiyê re pir baş bûne, di nav wan de efser, leşker û karmendên dewletê jî hebû û bi wî, bi rehetî ambûlans ji Stenbolê derbasî Idlibê dikirin.

Elmanî dibêje ew diçûne ber deriyê Bav El Hewa, li wir ên nas hebûn, li deriyê ew didan sekinandin, têkilî ewreqan, derbasbûnê diaxivîn û got, ''Ji Elmanya heta bi Idlibê hemû ewraq fermî bûn. Li Tirkiyê jî li ambûlansan nedinerîn. Ji ber ku gelek nasên wî hebûn. Ji ber vê ti serêşî çênedibûn.''

ASTÛRK DU AMBÛLANSAN DIŞÎNE JI DAÎŞ'Ê RE

Elmanî her wiha agahiyê dide ku xwediyê saziya Helfen Notê Bekîr Astûrk jê xwestiye ku du ambûlansan derbasî Babê bike ku di bin kontrola DAÎŞ'ê de bûye. Elmanî dibêje, ''Dema ku em çûne Babê li cihê kontrolê mirovên rihên wan dirêj hebûn, rengê wan hinekî cuda bû. Alayên DAÎŞ'ê hebûn. DAÎŞ'iyên vir berê me dane Tebqayê.''

JI TIL EBYADÊ DIBIRIN TIRKIYÊ

Elmanî her wiha got ji Tebqayê jî birîndarên giran anîne Til Ebyad û li wir jî kesekî bi navê Ebû Bekir Kurdî (Ebû Ibrahîm Kurdî)  birîndar dibirin Tirkiyê.

Elmanî dibêje, dema ku birîndar dibirin Til Ebyad li wir birîndarên DAÎŞ'ê li ambûlanseke dî siwar dikrin, dibirin deriyê sînor ê Til Ebyad û wiha dibirin nexweşxaneyê Tirkiyê. Elmanî got, ''Ev kar pir hêsan û rêxistinî bû. Lê her nexweş wiha nediçû. Tenê yên girna wiha dibirin.''

JI IRAQÊ ÇÛYE TIL EBYAD

Elmanî bi berdewamî dibêje 3-4 mehan ji Til Ebyadê birîndar biririne, piştre DAÎŞ'ê bi ambûlansê ew şandine Iraqê. Elmanî got, '' Ji Embarê min du caran birîndar birine Ebyadê. Piştre bi QSD'ê re şer dest pê kir. Piştî ku Til Ebyad ket, bi eynî ambûlansê li qadên DAÎŞ'ê xebitîm. Piştî ku li Iraqê nêzî salekê xebitîm ez şandim Reqa.''

Elmanî bi berdewamî dibêje, Til Ebyad cihê jêderbûna fermî bûye, piştî ku Til Ebyad dikeve destê QSD'ê, wî gelek caran bihistiye ku ji tûnelên bi erd ên gundê Bab Leman a Raiyê çek dihatin û birîndar dibirin Tirkiyê.

Elmanî her wiha dibêje li Tirkiyê DAÎŞ'î ne tenê li nexweşxaneyekê tedawî dibûn, gelek nexweşxaneyên DAÎŞ'ê hebûn, têkiliyên wan bi Tirkiyê re pir baş bûne û pereyên wan zehf bûne, dema ku birîndar derbas dikirin ti pirsgirêk dernediketin, bihistiye ku birîndar dibirin Riha, Hetay û Stenbolê.

Elmanî dibêje 24'ê Kanûna 2017'an ji Derazorê ji qada Sihelshell direve û teslîmî QSD'ê dibe.

BI KÊMANÎ 9 AMBÛLANS ŞANDINE

Dozgeriya Kolnê ku tespît kiriye ku Helfet Not bi kêmanî 9 ambûlans ji DAÎŞ'ê şandiye.

Li gorî kovara Der Spîegelê, hijmara cotmeha 20162an yekîneyên ewlehiyê yên Elman Adara 2014'an piştî ku li axaftinên telefonê yên du endamên komên ''Selefîst'' guhdar dikin, hîn dibin ku ambûlans çawa hatine şandin. Endamê çeteyan Mistefa A. û Mîrza B. dibêje 2014'an yek ji ambûlasan wî bi xwe di ser Tirkiyê re biriye Sûriyê.

BI NAVÊN DIN DIXEBITE

Li gorî lêkolîna ANF'ê Helfen No ku bi fermî vî navî bi kar nayîne lê xebatan dike, li bajarê Neusê bi navê ''Kulturverein Weckhoven e.V.” 'alîkariyê'' did ehev. Her wiha saziyeke dî ya bi navê ''Al Yateem'' jî girêdayî Kulturverein Weckhoven e.V. dixebite.